🔴Mala Zerîfe Ûsê, ya ku li dijî zextên Osmaniyan gel birêxistin kir û bi xwe serkêşiya berxwedanê kir, îro wekî şûnwarekî pîroz ku lê mûm tên vêxistin û dua tên kirin, hafizeya berxwedanê ya civaka Êzîdî zindî dihêle.
Gundê Bekira ku li bakurê Şengalê û li quntara Çiyayê Şengalê ye, mazuvaniya yek ji sembolên herî girîng ên dîroka berxwedana Êzîdiyan dike. Zerîfe Ûsê, di serdema Osmaniyan de bi serhildana li dijî fermanên Hafiz Paşa û birêxistinkirina gel tê naskirin. Mala wê ya ku îro jî li navenda gund li ser pêyan e, bi rîtuel, serdan û wekî stargehekê di bîra kolektîf a Êzîdiyan de dijî. Endama Akademiya Jineolojiyê ya Şengalê Sara Botan, jiyan, berxwedan û mîrata Zerîfe Ûsê ji Gulistan Ezîz a Nujinha re vegot.
Ji Civakê re Bûn Rêber

Sara Botan diyar kir ku dema mirov li dora Çiyayê Şengalê digere, şop û mekanên jinên pêşeng dibîne û wiha domand: “Îro jî li vir navendeke berxwedan û têkoşînê heye. Ev têkoşîn ji bo parastina çand û nasnameyê ye. Ez wekî jineke Êzîdî, lêkolînê li ser jiyan û têkoşîna van jinan dikim. Vegotina kesayet û serkeftinên wan ji bo min pir bi wate ye.”
Botan destnîşan kir ku mekana Zerîfe Ûsê ji bo civaka Êzîdî wekî rêberekê ye û got: “Ji dîrokê heta îro gelek jinên berxwedêr derketine. Van jinan hem pêşengiya jinên din hem jî ya hemû civakê kirine. Zerîfe Ûsê jî yek ji wan e. Zerîfe ji malbata Ûsê, keça Ûsêyê Doxo ye.”
Mîrateya Hemû Êzîdiyan e
Zerîfe Ûsê li dijî fermana Paşayê Osmanî Hafiz gel rakiriye ser piyan û bi serê xwe serkêşiya vê têkoşînê kiriye. Ger Zerîfe ev bar negirtiba ser milê xwe, dibe ku di wê têkoşîna dijwar a li hemberî Osmaniyan de serkeftin pêknehatiba. Kurên Zerîfe jî di keleha wê de beşdarî şer bûne. Ev şer, di heman demê de şerê parastin û parastina hebûnê ye.
Sara Botan da zanîn ku Zerîfe Ûsê ne tenê fîgurekî dîrokî ye, lê di heman demê de sembola berxwedana îro ye jî. Botan bal kişand ser ku berxwedana Zerîfe di parastina çand û baweriya Êzîdiyan de roleke diyarker lîstiye. Îro li kêleka gundê Zerîfe, neviyên wê gundekî nû ava kirine û naxwazin ji Zerîfe û çiyê veqetin. Botan dibêje: “Ev ax ji bav û kalên me ji me re maye. Ev gund mîrateya hemû Êzîdiyan e.”
Her wiha Botan behsa polîtîkayên Saddam Huseyn ên ji bo dûrxistina Êzîdiyan ji çiyayan kir û got: “Heke di fermana dawî de em ji çiyayan nehatibana dûrxistin, em nedihatin qetilkirin, destdirêjî li me nedihat kirin û em di bazarên koleyan de nedidihatin firotin.”
Çiya Me Diparêzin
Zarokên Zerîfe Ûsê hemû kur bûn û qet keça wê çênebû. Lê belê îro gelek jinên berxwedêr hene ku ji nesla wê tên.
Sara Botan diyar kir ku îro jî mirov serdana mala Zerîfe Ûsê dikin û wiha got: “Ew der wekî mekanekî pîroz tê dîtin. Di dema şer de mirov ji bo parastinê xwe dispêrin wir.” Li mala Zerîfe Ûsê her êvara Çarşem û Pêncşemê û di cejnan de mûm tên vêxistin. Ev rîtuelek e ku şopên jiyan û berxwedana wê nîşan dide. Botan girîngiya çiyayan wiha anî ziman: “Ev çiyayên ku me diparêzin, yên me ne. Ji ber vê yekê piraniya mekanên me yên dîrokî li quntarên çiyan in. Bi vî rengî me karibû hebûna xwe biparêzin.”
Sara Botan rexneya xwe ya li ser vegotinên dîrokî jî wiha anî ziman: “Mixabin, tevî ku çavkaniyeke ewle ye jî, di dîrokê de pir kêm behsa Zerîfe Ûsê tê kirin. Ev ne tenê ji bo Zerîfe, ji bo gelek jinên pêşeng ên dîrokê wusa ye.”
Ronîkirina Dîroka Wendabûyî
Sara Botan di dawiyê de bal kişand ser cihê jinê di civaka Êzîdî de û got: “Civaka me cih daye jinê û qedrê wê girtiye. Lê bandorên ji derve, rola jinê ya di civakê de zede kiriye. Ji ber vê yekê rastiya jinê hatiye piştguhkirin. Em dixwazin behsa bi sedan jinên mîna Zerîfe Ûsê bikin. Armanca me ew e ku em vê rastiya dîrokî ya wendabûyî careke din ronî bikin. Xebatên Jineolojiyê jî li ser xuyakirina vê dîrokê ava dibin. Da ku Şêrîna Şêx Kalo, Dayê Zero û yên din neyên jibîrkirin û em jî di şopa wan de bimeşin.”
/Gulîstan Ezîz / NûJINHA/










