Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed û çend wezîr û berpirsên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê, li Şamê li ser rêbazên baştirkirina hevkariya di navbera rayedarên navendî û herêmî de û çalakkirina saziyan gotûbêj kirin.
Di çarçoveya rêzecivînên fermî yên ji bo şopandina rewşa xizmetguzarî û îdarî ya li Hesekê de, Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed, di 2 rojên borî de li Şamê bi wezîr û berpirsên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê re civîn li dar xistin. Di civînan de xurtkirina hevkariya di navbera saziyên navendî û herêmî de û pêşxistina xizmetên bingehîn hatin gotûbêjkirin. Ehmed bi wezîra kar û barên civakî û kar Hind Qebawat re li ser girîngiya pêşxistina hevkariya di navbera saziyên têkildar de û zêdekirina hewldanên hevkariyê di navbera saziyên cuda de nîqaş kir.
Her du aliyan entegrekirina karmendan di nav rêveberiyê de û mijarên rêxistinî û îdarî yên têkildarî kar û rêbazên baştirkirina kargeriya saziyên li Hesekê, gotûbêj kir.
Parêzgar her wiha bi rêveberê giştî yê Saziya Postayê ya Sûriyeyê Îmadeddîn Hemed re civiya û xebatên Ofîsa Postayê ya Hesekê û xizmetên wê nirxandin. Parêzgarê Hesekê bi wezîrê darayî Mihemed Yasir Berniyê re jî çalakkirina xizmetên darayî û piştgiriya aramî û pêşketinê gotûbêj kir. Di hevdîtinê de mijara ji nû ve vekirina rêveberiyên darayî li Hesekê û ji nû ve çalakkirina xebatên şaxên bankên dewletê, bi taybetî Banka Çandiniyê, hat nirxandin.
Li gorî malpera parêzgariyê, di çarçoveya hewldanên ji bo bilezkirina çalakkirina saziyên giştî, baştirkirina xizmetên bingehîn û zêdekirina derfetên pêşketinê li herêma Cizîrê de, pêk hatin.
/Ajansa Mezopotamya/










