🔴NÛPEL – Wezîrê Karên Derve yê Pakistanê Mihemed Îshaq Dar ragihand ku welatê wî amade ye ji bo kêmkirina rageşiya navbera Amerîka (DYA) û Îranê bibe pira diyalogê û mazûvaniya danûstandinan bike.
Piştî civîna wezîrên karên derve yên Tirkiye, Misir, Pakistan û Erebistana Siûdî ya li Îslamabadê, Wezareta Karên Derve ya Pakistanê daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di civînê de mijara sereke bidofandina şerê li herêmê û afirandina zemîna muzakereyê ya li Îslamabadê bûye.
“Şer tenê mirin û wêranî ye”
Wezîr Îshaq Dar bal kişand ser bandora xirab a rageşiya DYA-Îranê û wiha got:
“Em hemfikir in ku şer tenê rê li ber mirin û wêraniyê vedike. Ji bo kontrolkirina rewşa herêmê û rêgirtina li gurkirina şer, me li ser afirandina şert û mercên guncav ji bo aliyan li hev kiriye.”
Spasî ji Hakan Fidan û wezîrên din re
Dar, ji bo piştgiriya wan a di xebatên aştiyê de, spasiya Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan, Wezîrê Erebistana Siûdî Feysel bîn Ferhan û Wezîrê Misirê Bedir Abdulati kir. Her wiha destnîşan kir ku Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres û Wezîrê Karên Derve yê Çînê Wang Yi jî piştgirî didin vê hewildana Pakistanê.
Pakistan: Em bi baweriya aliyan serbilind in
Wezîrê Pakistanî di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew bi DYA’yê re jî di pêwendiyê de ne û got:
“Pakistan dê rûmetê bibîne ku di rojên pêş de mazûvaniya danûstandinên watedar di navbera her du aliyan de bike. Em kêfxweş in ku Îran û DYA ji bo amadekirina zemîna muzakereyê baweriya xwe bi Îslamabadê tînin.”
/Nûçeyên Cîhanê/










