🔴Nûpel – Ramazan Ozturkê ku yekem wêneyên Helepçeyê kişandin û di bîra dîrokê de tomar kirin, pirsên rojnameger Mehmet Ali Çelebî bersivandin.
“Li Helepçeyê ne tenê nêzî şeş hezar Kurd mirin; li wir wijdan mir, mirovatî mir. Di dirêjahiya jiyana xwe ya pîşeyî de min eniyên şer, bombardiman û wêranî dîtin. Piştre ez çûm gelek welatên din ên şer tê de hebûn. Lê min qet rastî dîmeneke qirkirinê (komkujî) ya bi qasî Helepçeyê nehat.”
Helepçe, birîna dîrokê ya ku jehr jê diherike ye. Celadiya nîjadperestiya pasgirtî ya ku xwe dabû ber “bêkurdhiştina” Mezopotamyayê. Bêhnên ku bi bîhna sêvê hatin birîn. Belgeya paqijiya etnîkî ya ku di encama bi tenê hiştina Kurdan di bîra wan de û vekirina rêya dîktatoriya Saddam Husên de pêk hat. Di 16ê Adara 1988an de, Komkujiya Helepçeyê di bîra Kurdan de wekî şîna çemekî ye… Mehmet Alî Çelebî ji rojnamevan Ramazan Ozturk pirsî, yê ku xwe gihand Helepçeyê, trajedî û encamên qirkirinê kişandin û ew gihand nuqteya şikestinê. Ozturkê ku “ŞAHIDÊN BÊDENG” (sembola mirina bi jehr) xistin ber lensa xwe, li ser bûyerên Helepçeyê, firoşkarên kîmyewî yên ku pişta xwe didin berjewendiyan û medyaya xirabûyî ya ku li şûna mirovatiyê li devê desthilatdaran dinêre, axivî.
38 sal di ser Komkujiya Helepçeyê ya 16ê Adara 1988an re derbas bûn, ku lûtkeya êrîşên Enfalê yên heştemîn bû û mirov bi çekên kîmyewî hatin xeniqandin. Hun çawa gihîştin Helepçeyê, we çi dît?
38 sal di ser qetlîama Helepçeyê re derbas bûn, lê ji bo min hîn mîna duh nû ye. Bi salan e ji min tê pirsîn ku min li Helepçeyê çi dît, rastî çawa dîmenekî hatim û wê gavê min çi hîs kir. Bi rastî, gava min cara yekem gava xwe avêt Helepçeyê, min jî heman pirs ji xwe kirin: Mirovek çawa dikare vê li mirovekî bike? Ev hovîtiya mezin di kîjan wijdanî de, di kîjan pirtûkê de cih digire?
Dema min nûçeya qetlîamê bihîst, ez çûm Îranê. Ji wir bi helîkopterekê em ber bi Helepçeyê ve bi rê ketin. Leşkerên di tîma tenduristiyê ya Îranî de digotin ku divê em zû tevbigerin. Bi bîr dixistin ku balafirên Iraqê bê navber bombardimanê didomînin û her kêlî em dikarin bibin hedef.
Cihê ku em lê daketin xaleke bilind bû. Ji wir min dikaribû beşekî mezin ê Helepçeyê bi çavê teyrekî bibînim. Normale gava mirov ji cihekî wisa li bajarekî dinêre, dengê mirovan û gura jiyanê tê bihîstin. Lê li vir jiyan sekinîbû. Bajar di bêdengiya mirinê de mabû.
Li derdora me kapsulên bombeyan ên belavbûyî hebûn. Termên heywanên ku ji ber gaza jehrî miribûn li her derê bûn. Hin heywanên ku sax mabûn di nava çalên bombeyan de mabûn û nedikarîn rabin ser xwe. Ezman bi ewreke gewr a tarî girtî bû. Me balafir nedidîtin lê dengê wan dihat. Careke din em hatin hişyarkirin ku em maskeyên xwe yên gazê dernexînin.
Dema em di rêya axê de nêzî bajêr bûn, bêhneke giran û xeniqîner ket pozê me. Gava min gava xwe avêt kolana yekem, ez lerizîm. Wê gavê her kes di nava kâbusa xwe de bû; bi kêmanî ez wisa bûm. Min çavên xwe li ser wê hovîtiyê kilit kiribûn û min nedikarî tu tiştekî din bifikirim.
Her ku em ber bi hundirê bajêr ve diçûn, hejmara terman zêde dibû. Kal û pîr, jin, zarok… Mirovin bêparastin û bêçek li kolanan li ser hev ketibûn. Dengê çivîkan jî nedihat; ji ber ku ew jî miribûn. Di hin kolanan de termên heywanan ên werimî hebûn. Wekî ku ji ezmanan mirin bariya be, hemû zindî di heman demê de tune bibûn.
Dema ez di kolanekê de dimeşiyam, li ber deriyê hewşa xaniyekî, min zilamek dît ku li ser derenceyên betonê ketibû. Zilamekî di nav pêncî saliya xwe de bû û kincên herêmî li ser bûn. Di hembêza xwe de pitikek girtibû. Heta dema nefesa xwe ya dawî dida jî, ji bo ku giranî nede ser pitikê, enîşka xwe ya çepê dabû ser derenceyê. Ev dîmen ez pir hejandim. Min li rûyê pitikê nêrî. Ji dûr ve mîna pitikekî radizê xuya dikir. Lê lêvên wî yên morî, rûyê sar ê mirinê nîşan dida. Toza jehrî ya ku bi rûyê wî ve zeliqîbû, wekî şilekî cemidî ya bi rengê gewr bû. Wî pitikî wekî ku ji min bipirse, “Gunehê min çi bû?”
Wê gavê min ev fêm kir: Li Helepçeyê ne tenê nêzî şeş hezar Kurd mirin; li wir wijdan mir, mirovatî mir. Di dirêjahiya jiyana xwe ya pîşeyî de min eniyên şer, bombardiman û wêranî dîtin. Piştre ez çûm gelek welatên din ên şer tê de hebûn. Lê min qet rastî dîmeneke qirkirinê ya bi qasî Helepçeyê nehat. 16ê Adara 1988an, wekî ku di bîra gelê Kurd de hatî nexşandin, di dîroka mirovatiyê de jî wekî roja şermê hat tomarkirin.
Kîjan çekên kîmyewî hatibûn bikaranîn? Koka van çekan çi bû?
Li Helepçeyê pênc cureyên gazên jehrî hatin bikaranîn: gaza hardal (mustard), tabun, siyanur, sarin û VX. Her yek ji van bi serê xwe dikare encamên wêranker bide. Dema bi hev re werin bikaranîn, bandora wan kujertir dibe.
Lêkolînên ku di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de hatin kirin, eşkere kirin ku Iraqê beşekî girîng ê amûr û teknolojiya bernameyên fuzeyan, kîmyewî û nukleerî ji Rojava dabîn kiriye. Xebata zanistî ya bi navê “Projeya Wisconsin” nîşan dida ku welatên Rojava, bi taybetî fîrmayên li Almanyayê, di avakirina cebilxaneya çekên nukleerî, kîmyewî û biyolojîk a mezin a Iraqê de roleke mezin lîstine. Di heman raporan de hat diyarkirin ku hin pargîdaniyên li Swîsre, Fransa, Îtalya û DYA’yê jî maddeyên bingehîn û agahiyên teknîkî firotine Iraqê.
Welatên ku derdiketin pêş Almanya, Swîsre, Îtalya, Fransa û Brezîlya bûn. Hinekî ji wan pergalên fuzeyan, hinekî binesaziya nukleerî, hinekî jî di warê pêşxistina serên şer an kapasîteya laboratuvarê de piştgirî dan. Lê tevî ku ev hemû agahî derketin holê jî, der barê van welat û pargîdaniyan de mueyîdeyek (ceza) cidî ya ku wijdana mirovatiyê têr bike nehat sepandin. Ev jî nîşan da ku pergala navneteweyî dema berjewendî dikevin dewrê çawa kor dibe.
Bandora çekên kîmyewî li ser mirovan û zindiyên din çawa bû?
Gaza hardal ji ber ku wekî hilm belav dibe, dibe sedema şewat û werimîna çerm; rêyên nefesê, çav, pişik û organên xwînê çêdikin xira dike. Her wiha bandoreke wê ya kanserojen heye. Tabun gazek e ku pergala demarî wêran dike; dibe sedema xerabûna dîtinê, zehmetiya nefesê, girjbûn, xwêdana zêde, vereşîn, îshal, koma û heta xeniqînê. Sarin jî bi heman awayî pergala demarî hedef digire. Siyanur, ji ber ku rê li ber bikaranîna oksîjenê ya laş digire, di demeke pir kurt de dikare bikuje. VX jî yek ji maddeyên herî jehrî yên tê zanîn e; bêbêhn e, mayînde ye û di demeke kurt de dikuje.
Dîmenê ku min li Helepçeyê dît, bandora van gazan bi zelalî nîşan dida. Çermê hin mirovan şewitîbû. Kef û şileyên zer ji devê kesên ku xeniqîbûn dihatin. Li kolanan mirovên ku dema hewl didan birevin ketibûn erdê hebûn. Min zarokên ku li ser derenceyan mirine, kalên ku di hewşan de nefesa xwe ya dawî dane, dayikên ku di hembêza xwe de zarokên xwe parastine û mirine dîtin. Di hin malan de min dît ku malbat li ser sifrê bi komî mirine. Her gazekê wêraniyeke cuda li ser laşan hiştibû lê encam heman bû: Mirin.
Heywan jî bi heman awayî bandor bibûn. Çivîk, mîh, pisîk, kûçik… Hemû di heman bêdengiya mirinê de mabûn. Ji ber vê yekê li Helepçeyê ne tenê mirov, jiyan bi xwe hatibû jehrîkirin. Yên ku rizgar bûbûn, bi giştî ew bûn ku ji navenda ketina bombeyan dûr bûn, yên ku karîbûn zû ji deverên gaz lê zêde bû derkevin an jî yên ku bi girtina rûyê xwe bi qumaşekî şil karîbûn hinekî xwe biparêzin. Lê beşekî girîng ê kesên rizgarbûyî jî di nav salan de ji ber nexweşiyên kanser, nefes û çerm jiyana xwe ji dest dan. Yanî piraniya kesên ku wê rojê rizgar bûn jî, bi rastî bi temamî ji mirinê nefilitîn.
Hun wêneyan çawa ji Iraqê derxistin û gihandin rojnameyê? Di wê demê de medyaya serdest bi têra xwe eleqedar bû?
Ez di heman rojê de bi helîkopterê ji Helepçeyê vegeriyam Îranê. Ji Tehranê ber bi Tirkiyeyê ve tenê heftê carekê balafir hebû û min neçar ma ku ez li benda wê rojê bimînim. Dema wêneyên min di rojnameya ku ez lê dixebitîm de hatin weşandin û ji aliyê Sipa Press ve ji aboneyan re hatin şandin, nêzî du hefte di ser bûyerê re derbas bibûn.
Rojnamevanên biyanî yên ku bi min re hatibûn Helepçeyê jî heman dîmen dîtibûn û kişandibûn. Piraniya wan beriya min vegeriyabûn welatên xwe. Lê raya giştî ya cîhanê mezinahiya qetlîama Helepçeyê bi taybetî bi wêneyên ku min kişandine dît. Pirsa ku ez hîn jî meraq dikim ev e: Gelo ew dîmenên ku rojnamevanên din kişandine çi bûn? Derfetên wan ji yên min bêtir bûn. Çima ew dîmen di wextê xwe de nehatin weşandin? Ya ku herî zêde ez êşandim helwesta medyaya Tirkiyeyê bû. Li hemberî vê qetlîama ku li kêleka Tirkiyeyê pêk hat, ji xeynî rojnameya Sabah a Dinç Bilgin, gelek dezgehên medyayê lîstika “sê meymûnan” lîstin. Nexasim mirovên ku hatin kuştin, xizmên bi mîlyonan Kurdên li Tirkiyeyê bûn. Helwesta dewletê û hin dezgehên medyayê ewqas di nav hev de bûn ku Qetlîama Helepçeyê di gelek rojnameyan de bi nûçeyên piçûk hat derbaskirin.
Koçberiyên mezin ber bi sînorên Tirkiye û Îranê ve pêk hatin. Dema TSK hewl dida Kurdên koçberkirî li ser sînor bigire, çi diqewimî?
Amerîka bi agirbesta ku di 28ê Sibatê de bi Iraqê re îmze kir, Şerê Kendavê bi awayekî fiîlî bi dawî kiribû. Lê heman Amerîka, çavê xwe ji bombekirina balafirên rejîmê ya li ser bajarên muxalifan re girtibû. Hejmara mirovên ku li sînorê Tirkiye û Îranê kom bibûn nêzî sê mîlyonî bû. Li sînorê Çelê-Qilabanê bi rastî trajediyeke mirovî dihat jiyîn. Têlên ku ji bo rêgirtina derbasbûna Kurdan a ber bi aliyê Tirkiyeyê ve hatibûn kişandin, bi sed hezaran mirov mehkûmî jiyana li çiya û girên di nava stargehên derme-çatme de dikir. Hewa sar û baranî bû; her der herî bû. Mirovan bi komkirina çîlan agir dadidan û hewl didan germ bibin. Bijîşkên Bêsînor li aliyê din ê têlê çend kon vegirtibûn. Her roj hewl didan bi sedan zarok û kal û pîran derman bikin. Tevî vê yekê, ji ber nexweşiyên şewbê, birçîbûn û sermayê gelek kesan jiyana xwe ji dest dida. Hefteya yekem hema bêje tu alîkarî nehat. Xwarinên ku gelê herêmê dianî têra vê qelebalixiya mezin nedikir. Di vê şerê jiyanê de yên herî bêparastin zarok bûn. Birçî bûn, dicemidîn, nexweş bûn. Halê zarokên ku di nava agirê tayê de dişewitîn dilşewat bû. Min dayik û bavên ku termên zarokên xwe di hembêza xwe de hildigirtin dîtin. Ne derman hebû, ne doktor, ne jî alîkariyeke birêkûpêk. Goristanek jî tune bû. Ew mirov bi bêçaretiyeke mezin, nizanibûn ku wê zarokên xwe li ku veşêrin. Yek ji şopên herî giran ên şeran ên ku nifş bi nifş nayên jibîrkirin, ev e.
Kenan Evren û hikûmeta ANAPê, destûr nedidan heyetên serbixwe werin û lêkolînan bikin. Çima Tirkiyeyê rê li ber vê digirt?
Her çend di raya giştî de bi eşkere nehatibe nîqaşkirin jî, dihat zanîn ku Serfermandarî li dijî qebûlkirina penaberên Kurd helwesteke neyînî nîşan dide. Serokwezîr Turgut Ozal tevî ku bi Serfermandariyê re pirsgirêk jiyan jî, hişt ku Kurdên ji zilma Saddam reviyan derbasî Tirkiyeyê bibin. Tîmên ji Wezareta Tenduristiyê û bijîşkên leşkerî jî ji bo dermankirina birîndaran dixebitîn. Dema ez çûm cihê ku birîndar lê bûn, hewa tarî dibû. Min zarokekî kur ê nêzî 6-7 salî dît. Lingên wî birîndar bibûn û çermê wî diweşiya. Heman şewata kîmyewî ya ku min li Helepçeyê dîtibû bû. Min ew gav kişand. Min birîndarên din ên li heman derê jî kişandin. Wê êvarê min wêneyên ku kişandine gihand Ajansa Sipa Press a li Parîsê. Di nava wêneyên ku Sipa ji cîhanê re şandin de, dîmenên mirovên ji çekên kîmyewî birîndar bûne jî hebûn. Piştî ku ev wêne di Paris Match de hatin weşandin, yekîneya têkildar a NY serî li Tirkiyeyê da û pirsî ka di nava penaberan de kesên ji çekên kîmyewî birîndar bûne hene yan na. Mixabin rayedarên Tirk bersiva “Rastî tu kesî ku bandora kîmyewî lê bûye nehatine” dan. Lê belê wêneyên hatin weşandin rastî bi eşkereyî radixin ber çavan. Ev helwest ne tenê ya Tirkiyeyê, nîşaneya nêzîkatiya tirsonek û berjewendîperest a cîhana Rojava bû.
Hun di navbera medyaya berê û medyaya îro de çi ferqê dibînin?
Rewşa çapemeniyê ya îro ne hêsan e ku meriv bi 20 sal berê, an jî bi salên 70, 80 û 90î re bide ber hev. Di wan deman de jî zext hebûn; rojnameyên ku hestên neteweperest gur dikirin û nêzî desthilatdariyê bûn hebûn. Lê tevî vê yekê jî, rojnameyên xwedî tîrajên bilind hebûn ku prensîbên gerdûnî yên rojnamegeriyê di asteke herî kêm de pêk dianîn. Di rojnameyên herî rastgir de jî rojnamegerên demokrat dixebitîn. Dema nûçeyeke li dijî exlaqê pîşeyî dihat çêkirin, rojnamegerên din bertek nîşan didan. Îro tablo pir cuda ye. Li şûna xwediyên rojnameyan bi giranî komên sermayeyê yên nêzî desthilatdariyê girtin an jî hin dezgehên medyayê rasterast bûn organên weşana partiyên siyasî. Di hawirdoreke wisa de pir zehmet e ku rojnamegeriya bêalî were kirin. Bi taybetî di mijarên wekî pirsgirêka Kurd a sed salî ya Tirkiyeyê de, çêkirina nûçeyên ku dewlet û desthilatdar naxwazin, hema bêje ne gengaz bûye. Medyaya muxalif jî di bin zextê de ye, tê girtin an jî bi rêya darazê tê bêdengkirin. Îro li ser ekranan em gelek şîrovekarên ku li ser her mijarê diaxivin dibînin. Lê belê ev navên ku ne ji nûçegihaniya qadê tên, li ser maseyê ramanên xwe hildiberînin, xwe wekî pisporên her mijarê nîşan didin. Lê belê cewhera rojnamegeriyê dîtina bûyeran li cihê wê, lêkolîn û belgekirin e. Şîroveyên ku bêyî çûna qadê, bêyî girtina rîskê û bêyî şahidiyê tên kirin, şûna rastiyê nagirin. Tabloya ku îro tê dîtin, ji bo çapemeniyê hêmî trajîk e hêmî jî trajîkomîk e.
/Çavkanî: Yenî Yaşam/












