🔴NAVENDA NÛÇEYAN (Nûpel) – Pêvajoya hilbijartina Serokkomariya Iraqê bi dawî bû û namzedê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Nizar Amêdî, wekî Serokkomarê nû yê Iraqê hate hilbijartin.
Civîna Parlemena Iraqê ya ji bo hilbijartina serokkomar, piştî nîvro bi beşdariya 252 parlementeran ji tevahiya 329 parlementeran dest pê kir. Di pêşbaziyê de 18 namzed hebûn, lê reqabeta sereke di navbera namzedên kurd de birêve çû.
Encamên tora yekem û duyem
Di tora yekem a dengdanê de encam bi vî rengî bûn:
Nizar Amêdî (YNK): 208 oy
Fuad Husên (PDK): 17 oy
Musena Emîn (Yekgirtû): 17 oy
Ji ber ku di tora yekem de serkeftinek mutleq nehat bidestxistin, tora duyem a dengdanê hat lidarxistin. Di tora duyem de namzedê YNK’ê Nizar Amêdî piraniya dengan bi dest xistin û bi fermî wekî Serokkomarê Iraqê yê nû hate ragihandin.
Bi vê encamê, kursiyê Serokkomariyê careke din di destê YNK’ê de ma. Tê payîn ku Serokkomarê nû di demeke nêz de erkê avakirina hikûmeta nû bide namzedê serokwezîrtiyê.










