NÛPEL – Nivîskarê Kurd Mahîr Bagok (Hafzullah Kaçmaz) ku ji sala 2005’an ve girtî bû, piştî qedandina cezayê xwe ji Girtîgeha Tîpa T ya Manîsayê hat berdan.
Mahîr Bagok di sala 2005’an de hatibû girtin û 21 salên temenê xwe di nav çar dîwaran de derbas kir. Bagok tevî şert û mercên giran ên girtîgehê jî, dest ji pênûsa xwe neda û bi berhemên xwe yên hêja cihê xwe di wêjeya Kurdî de girt.
Li Girtîgehê Keleheke Wêjeyê Ava Kir
Bagok ê ku di girtîgehê de xebatên xwe yên wêjeyî bi daxwazeke mezin meşand, gelek pirtûkên ku ji çîrok, helbest û romanan pêk tên li pirtûkxaneya Kurdî zêde kirin. Berhemên wî yên ku heta niha hatine çapkirin ev in:
• Pênc Kulîlkên Zivistanê
• Xelata Zindî
• Deriyê Sibehê
• Dewsa Ramûsanên Birûskan
• Mezopotamya
• Tûrikê Bûnewer
• Siya Nepenê
• Çavqirpandina Hêviyê
• Henaseya Jiyanê
• Kefiyên Cihêreng
• Bêrîrihê
Nivîskar Bagok li ber deriyê girtîgehê ji aliyê malbat û hezkiriyên xwe ve bi coşek mezin hat pêşwazîkirin.









