🔴DERSÎM (Nûpel) – Li Dersîmê bi hezaran kesan Cejna Newrozê pîroz kir. Di Newrozê de silav ji hemû kesên ku di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane re hatin şandin û wiha hate gotin: “Ji mîmarê aştiyê birêz Ocalan re hezar silav.”
Bi slogana “Newroza Azadî û Demokrasiyê” li seranserê Kurdistanê pîrozbahiyên Newrozê tên lidarxistin. Li Dersîmê bi hezaran kes beşdarî pîrozbahiya Newrozê ya li Meydana Sey Rîza ya Dersîmê bûn. Pîrozbahiya Newrozê bi deqîqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, dest pê kir.
‘Newroz berxwedan e’
Hevşaredara Dersîmê Bîrsen Orhan axivî û got: “Newroz pîroz be. Berxwedana Cejna Newrozê qet bi dawî nebûye û wê qet bi dawî nebe. Bizanibin ku Cejna Newrozê berxwedan e, Dersîmê berxwedan e.”
Parlamentera DEM Partiyê ya Dersîmê Ayten Kordu diyar kir ku ew têkoşîna hebûnê bi pêş dixin û wiha got: “Newroz dîrok e. Dersîm dîrokeke kevnar e. Têkoşîna me bi rastiya dayikên me yên ku serê sibê rûyê xwe didin rojê, berdewam dike.”
Cigira Seroka Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyigit jî diyar kir ku kurd bi salan e li dijî her cûre astengî û qirkirinê şer dikin û li ber xwe didin; wê got: “Hezar silav ji hevalên me yên ku di rêya têkoşînê de cih girtine re. Hezar silav ji avakerê aştî û xwediyê bangawaziya 27’ê Sibatê birêz Abdullah Ocalan û Fîgen Yuksekdag, Leyla Guven, Ayşe Gokhan û Selahattîn Demîrtaş re. Me bi coşa 8ê Adarê pêşwaziya Newrozê kir.”
Piştî axaftinan, bi pêşengiya jinan agirê Newrozê hate vêxistin û piştre li ber stranên hunermend Beser Şahîn govend hat gerandin.











