🔴Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, di daxuyaniyeke tund de diyar kir ku ew ê şerê li dijî Îranê û hêzên nêzî wê bidomînin. Netanyahu di peyama xwe de Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan jî kir armanc.
NÛPEL – Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, li ser hesabên xwe yên medyaya civakî derbarê aloziya bi Îranê re û polîtîkayên herêmî de daxuyaniyên girîng da. Netanyahu destnîşan kir ku di bin serokatiya wî de, Îsrail tu carî paşde gav neavêje û dê li dijî “rejîma terorê ya Îranê” û hêzên wekîl şerê xwe bidomîne.
‘Berevajî Erdoğan, Em Şer Dikin’
Netanyahu di daxuyaniya xwe de bi taybetî navê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan anî ziman û rexneyên giran li ser polîtîkayên wî girtin. Netanyahu got:
“Di bin serokatiya min de Îsraîl dê şerê li dijî rejîma terorê ya Îranê û hêzên wê yên wekîl bidomîne. Berevajî Erdoganê ku bi van pêkhateyan re li hev dike û hemwelatiyên xwe yên Kurd qetil dike, em li ber xwe didin.”
Di Pêvajoya Muzakereyan de Peyama Şer
Ev daxuyaniya Netanyahu di demekê de hat ku li Îslamabadê pêvajoyên muzakereyan dihatin nîqaşkirin. Balkêş e ku Netanyahu tevî hewildanên dîplomatîk, bi eşkereyî îlan kir ku ew ê stratejiya xwe ya leşkerî ya li dijî Îranê neguherînin.
Her wiha tawanbarkirina Erdogan a derbarê “qetilkirina Kurdan” de, wekî nîşaneya kûrbûna krîza dîplomatîk a di navbera Tel Avîv û Enqereyê de hat nirxandin.










