Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Sudanî Bi Telefonê Axivîn

Nûçe

🔴Di axaftina Serokwezîrê Iraqê el-Sudanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de hat destnîşankirin ku divê axa Iraqê ji bo êrîşên li dijî welatên cîran neyê bikaranîn.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya el-Sudanî bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re bi rêya telefonê axivî. Agahiyên derbarê hevdîtinê de li ser hesabê medyaya dîjîtal ê ofîsa serokwezîrtiyê hatin parvekirin. Li gorî daxuyaniya serokwezîrtiyê, aliyan diyar kirine ku ew êrîşên li ser bajarên Iraqê û Herêma Kurdistanê tên kirin red dikin. El-Sudanî û Barzanî tekez kirin ku divê axa Iraqê wekî “nuqteya destpêkirinê” ya êrîşên li dijî welatên cîran neyê bikaranîn.

Di daxuyaniyê de her wiha bal hat kişandin ser girîngiya helwestên hevpar û koordînasyona di navbera hêzên siyasî û neteweyî yên Iraqê de, da ku aramiya welat û serweriya wê were parastin û ewlehiya neteweyî were xurtkirin.

/Çavkanî: MA/

 

Veysi Varlı: Têkiliya Muzîk û Civakê: Wekî Diyardeyeke Çandî û Avahiyeke Ramanî
Sanchez Paşve Gav Navêje: Şerê Îranê Şaşiyeke Gelek Mezin e

Nûçeyên Sereke