Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di çarçoveya Konferansa Ewlekariya Munîhê de bi Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî yê Brîtanyayê Jonathan Powell re hevdîtinek pêk anî. Di civînê de giranî hate dayîn ser hevkariya li dijî terorê û îstîkrara herêmî.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ku ji bo Konferansa Ewlekariya Munîhê (MSC) li Almanyayê ye, peywendiyên xwe yên dîplomatîk didomîne. Barzanî, îro nîvro bi Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî yê Brîtanyayê Jonathan Powell re rûnişt.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de geşedanên dawî yên siyasî û ewlekariyê yên li Iraq û herêmê, her wiha gefên komên terorîst hatin gotûbêjkirin.
”Her du aliyan tekezî li ser giringiya berdewamiya koordînasyona di navbera Iraq, Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê de kir, bi mebesta rûbirûbûna gefên terorê û dabînkirina îstîkrarê.”
Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî yê Brîtanyayê Jonathan Powell di civînê de piştrast kir ku piştevaniya welatê wî bo Iraq û Herêma Kurdistanê dê berdewam bike. Powell her wiha pesnê rola Herêma Kurdistanê ya di parastina aramî û îstîkrara herêmê de da.







