Nameya ji Îmraliyê hatî şandin hat astengkirin

Nûçe

🔴AMED (Nûpel) – Nameya ku girtiyê siyasî Hamîlî Yildirim ji Îmraliyê ji girtî Elîf Denîz re şandibû, bi hinceta “têkiliya bi Abdullah Ocalan re” hat desteserkirin û radestî xwediyê wê nehat kirin.

Girtiyê siyasî Hamîlî Yildirim ê ku di Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F de tê ragirtin, di 17’ê Sibatê de ji bo girtî Elîf Denîz a ku di Girtîgeha Jinan a Kayseriyê de ye, nameyeke ji 4 rûpelan pêk tê şand. Lê belê name ji aliyê lijneya girtîgehê ve hat astengkirin û ji bo Yildirim hat vegerandin.

Hincet: Têkiliya bi Ocalan re ye

Di biryara lijneyê ya derbarê nameyê de hat îdiakirin ku ji ber Hamîlî Yildirim bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re di heman cihî de dimîne û bi wî re di “têkiliyê” de ye, naveroka nameyê “bi fikar” hatiye dîtin. Bi vê hincetê re, mafê ragihandinê yê her du girtiyan hat binpêkirin.

Serlêdana ji bo AYM’ê

Girtî Elîf Denîz li dijî vê biryarê serî li Dadgeriya Înfazê û Dadgeha Cezayê Giran da, lê hemû îtirazên wê hatin redkirin. Hat hînkirin ku Denîz dê bi rêya parêzerên xwe ve li dijî vê biryara qedexeyê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) bide.

/Çavkanî: JinNews/

Van jî bibîne

 

Nêçîrvan Barzanî û General Kevin Lambert Civiyan: Hevkariya Dijî DAIŞê Berdewam Dike
Li Herêma Kurdistanê xwendin li dibistan û zanîngehan dest pê dike

Nûçeyên Sereke