Munir Korkmaz: ‘Heta KHK neyê çareserkirin, kes nikare qala demokrasiyê bike’

Nûçe

🔴Nûpel – Nûnerê Platforma KHKê Munir Korkmaz, bal kişand ser rewşa ‘Akademisyenên Aştiyê’ û mexdûrên KHKê û destnîşan kir ku bêyî çareserkirina vê pirsgirêkê demokrasî pêk nayê. Korkmaz got, “Çareserî hêsan e; divê têgihên ‘têkilî û peywendî’ (iltisak-irtibat) werin rakirin.”

10 Sal Derbas Bûn, Birîn Hîn Jî Kûr e

Piştî hewildana darbeyê ya 2016an re, 10 sal di ser derxistina Biryarnameyên Di Hikmê Qanûnê de (KHK) re derbas bûn. Münir Korkmaz diyar kir ku ev mesele rasterast bandorê li ser zêdetirî mîlyonek mirovî dike û destnîşan kir ku divê akademisyen, mamoste û karkerên hatine îxraçkirin demildest vegerin ser karên xwe.

Korkmaz, serdema darbeya 12ê Îlonê bi bîr xist û wiha got:

“Piştî 12ê Îlonê, pirsgirêkên bi vî rengî di nava 5-6 salan de dihatin çareserkirin. Lê niha 10 sal derbas bûn û hîn jî tu pêşketin tune ne. Pêvajoya aştiyê tê nîqaşkirin, lê yên ku aştiyê dixwestin û hatin îxraçkirin hîn jî li karên xwe negeriyane.”

‘Dadgeha Bilind û Danıştay Li Hev Nakin’

Korkmaz bal kişand ser biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) û diyar kir ku AYM dibêje ‘pêşîlêgirtina mafan heye’, lê Daîreya 5emîn a Daniştayê vê biryarê nas nake. Korkmaz ev rewş wekî “antî-demokratîk” pênase kir û got:

Divê pênaseya ‘terorê’ di qanûnan de were guhartin.

Têgihên wekî ‘propagandatî’, ‘têkilî’ (iltisak) û ‘peywendî’ (irtibat) neyên rakirin, demokrasî nayê.

Çareserî ne tenê bi danîna çekan a PKKê, lê bi çareserkirina pirsgirêkên hiqûqî yên navxweyî pêkan e.

Travmayeke Civakî ya Mezin

Münir Korkmaz, bal kişand ser encamên giran ên KHK’ê û daneyên xemgîn parve kirin:

Zêdetirî hezar kesî ji ber nexweşiyan jiyana xwe ji dest dan.

Zêdetirî 130 kesî dawî li jiyana xwe anîn (întihar kirin).

Korkmaz di dawiya daxuyaniya xwe de bang li Meclîsê kir: “Daxwaza me ew e ku ev mesele di bin banê Meclîsê de were çareserkirin. Heke biryarên AYM û Danıştayê werin sepandin, piraniya KHKiyan dê vegerin ser karên xwe. Êdî tehamula mirovan nemaye.”

/Çavkanî: Pîrha/

Van jî bibîne

 

Li Botanê Newroza “Azadî û Yekîtiya Demokratîk”: Bi Deh Hezaran Kes Li Qadê Bûn
Di Zaravayên Kurdî de Rengên Xwezayê: Dokumenta ‘Pirpizek’ û ‘Belalîsk’ê

Nûçeyên Sereke