🔴Dema ku stêrkek ji ezmanê wêjeya Kurdî diherike, ne tenê tariyek çêdibe, lê birîneke kûr di bîra neteweyî de vedibe. Ehmed Huseynî, ew xwedavendê helbestê yê ku bi tîpên xwe Amûda rengîn û Ameda serbilind gihandibû hev, îro ber bi bêdawiyê ve meşiya. Ew ne tenê helbestvanek bû; ew mîrê peyvên xêzbûyî, dengê axa Rojava, siya hênik a darên zeytûnên Efrînê û qêrîna bêdeng a Kobanê û Serê Kaniyê bû. Çi gotin werin hûnandin, li ber rûmeta wî dê hîna kêm û sêwî bimînin.
Di Navbera Du Bajaran de Pira Dilnizimiyê
Têkiliya min û mamosteyê hêja Ehmed Huseynî, mîna herikîna avê ya ber bi deryayê ve, bi rêya medyaya civakî dest pê kir. Lê bîranîna ku mîna mohrekê li ser ruhê min ma, hevdîtina me ya li Fûara Pirtûkan a Amedê bû. Li wir, di nava qelebalixa pirtûkhezan de, min deryayeke aram dît.
Dema ku min ew naskir, min fêm kir ku helbest ne tenê rêzikên ser kaxizê ne, helbest helwest û dilsaxî ye. Wî bi wê dilnizimiya xwe ya kêmwêne li min nêrî û bi vî rengî ez xelat kirim: “Tu versiyona min a Amedê yî.” Ev gotin ji bo min bû lûtkeya herî bilind a wêjeyê. Dema ku wî berhema xwe bi destê xwe diyarî min kir û me weke du rêwiyên heman rêyê “sûretek bîranînê” kişand, min zanibû ku ez li beramberî mezinahiyeke ku bi tu pîvanan nayê pîvandin sekinî me.
Mixabin, nexweşiya wî mîna xencereke sar li dilê me hemûyan ket. Me hemûyan hêvî dikir ku ruhê wî yê helbestkar dê li ser nexweşiyê bi ser bikeve. Lê sed mixabin, diayên wêjeya Kurdî û hesreta xwendevanan têra neçûna wî nekirin. Qedera helbestê îro hinekî sêwir û sêwî ma, pênûsa wî ya ku bi bîna axê hatibû şûştin, niha li bendê ye ku em mîrasê wî biparêzin.
Oxira Te ya Xêrê be, Pîro!
Oxir be Pîro! Tu diçî lê tîpên te yên agirîn, helbestên te yên tije hesret û ew rûyê te yê ku her tim bi bişirîneke dilnizm xemilandî bû, dê her tim li pey te weke ronahiyekê bimînin. Bila ax te neêşîne û cihê te her tim bi qasî tîrêjên rojê yên ku te di helbestên xwe de pesnê wan dida, geş û ronî be. Tu yê di her malikeke ku ji bo vî welatî tê nivîsandin de, her tim bijî.
/Mordem Zel/










