MKG’ê rojnameger Evrîm Alataş bi bîr anî

Nûçe

🔴Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) bi boneya salvegera koça dawî ya rojnameger Evrîm Alataşê ku di 12’ê Nîsana sala 2010’an de jiyana xwe ji dest dabû, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

MKG’ê, diyar kir ku ew ê têkoşîn, mîrate û rûyê bi ken ê Evrîm Alataşê ji bîr nekin, dê têkoşîna wê ji wan re bibe ronahî û rêya pêşketinê. 

Di berdewamiyê de MKG’ê wiha got: “Rojnameger rexnegir û nivîskar Evrîm Alataş a di 15’ê Nîsana 1976’an de li gundê Golpinara Arganê ya Meletiyê ji dayik bû, di sala 1994’an de dest bi rojnamegeriyê kir. Di rojnameyên wekî Demokrasî, Yenî Polîtîka, Ozgur Bakiş, Ulkede Ozgur Gundemê wekî nûçegihan xebitî û edîtorî kir. Di heman demê de wê ji rojnameyên Evrensel, BîrGun û Ozgur Polîtîkayê nîvîs nivîsand. Di kovarên wekî Esmer, Bîrîkîm, Amargî, Reş û Tîrojê de nivîs nivîsand. 

 JI BO NASNAME Û HEBÛNA GELÊ KURD JÎ TÊKOŞIYA 

 Li Tirkiyeyê di wê serdemê de jî rojnamegerî zehmet bû. Li dijî zehmetiyan, zextan û astengiyan her wiha tevî hat binçavkirin jî Evrîm Alataş li ber xwe da. Tevî darizandin û nexweşiyên xwe jî berxwedana xwe domand û paşde gav neavêt. Di serdema gund dihatin şewitandin, komkujî pêk dihatin û şerê dijwar de wê pîşeya rojnamegeriyê dikir. Bi nivîsên xwe jî bandor li ser civakê dikir û xizmet ji pîşeya rojnamegeriyê re dikir. Wê ne tenê di mijara rojnamegeriyê de di mijara xizmeta di warê parastina nasname û hebûna Gelê Kurd de jî têkoşînek da meşandin. Her wiha li ser pêşketina ji bo wêjeya Kurdî jî heta dawiyê xebat da meşandin. Bi hilberandina xwe bû mînakeke baş. 

 MÎRATEYEKE MEZIN LI PEY XWE HIŞT

 Evrîm Alataş bi henekên xwe, bi rûyê xwe yê bi ken, bi hêza xwe ya ji bo têkoşînê hêviyek di nava civakê de belav kir. Wê dev ji têkoşîna li dijî nexweşiya pençeşerê berneda. Wê dev ji pênûsa xwe berneda. Her çiqas di 12’yê Nîsana 2010’an de rojnameger Evrîm Alataş jiyana xwe ji dest dabe jî wê li dû xwe mîrateyeke mezin hişt. Bi fikrên xwe, bi nivîsên xwe, bi têkoşîna xwe ew ji me re bû feyzek giranbiha. Em wekî MKG’ê dibêjin em têkoşîn, mîrate û rûyê bi ken ê Evrîm Alataş ji bîr nekin. Ew ê têkoşîna wê ji me re bibe ronahî, ew ê têkoşîna wê ji me re bibe rêya pêşketinê.”

/Ajansa Mezopotamya/

Van jî bibîne

 

Îsotên hûr ên Bakurê Kurdistanê ji 66 welatan re tên şandin
Kovara Jinê bi manşeta ‘Keda jinê û piştevanî’ derket

Nûçeyên Sereke