Mizgîniya Biharê Li Serê Çiyayên Kurdistanê: Ribês Derketin Ser Dezgehan

NûçeXweza

🔴AMED (Nûpel) – Bi helîna berfa li ser lûtkeyên bilind re, giyayê biharê yê herî bijare “Ribês” ku wekî “Şîrîaniya Kurdistanê” jî tê naskirin, cihê xwe li ser dezgehan girt. Ev riweka ku navê xwe yê zanistî ji navê xwe yê Kurdî girtiye, îsal jî bi tehm û feydeya xwe bala welatiyan dikşîne.

Her sal bi hatina biharê re, li herêmên çiyayî yên Kurdistanê bi helîna berfê re şînahiyê dest pê dike. Yek ji van şînahiyan ku wekî mizgînîparêzê biharê tê dîtin, Ribês e. Ribêsên ku di navbera 1500 û 3000 metre bilindahiyê de şîn dibin, ji aliyê gundiyan ve bi kedeke mezin têne komkirin û tînin navendan li ser dezgehan difroşin.

Di zanistiyê de Navê xwe ji Kurdî girtiye: Rheum Ribes

Tişta herî balkêş derbarê vê riwekê de bingeha navê wê yê zanistî ye. Di sala 1753’an de, bavê sîstematîka riwekan Carl Linnaeus, dema ku navê vê riwekê wekî “Rheum ribes” danî, ji navê wê yê herêmî ango ji peyva Kurdî ya “ribês” fikir girtiye. Ev yek nîşan dide ku Rêwas ji mêj ve di çanda herêmê de xwedî cihekî girîng e. Her çend di qeydên botanîkê de cara yekem li herêma Pers (Îran) hatibe tespîtkirin jî, welatê wê yê sereke çiyayên Kurdistanê ne.

Hem xwarin e hem derman

Rêwas ku bi navên wekî Rivêz, Rivas, Ribês, Rêbes û Rêvas jî tê naskirin, bi tehmeke xwe ya hinekî tirş û taze tê naskirin. Li Başûrê Kurdistanê ne tenê qalikên wê, lê pelên wê jî têne xwarin. Welatî bawer dikin ku Ribês ji bo gelek nexweşiyan, bi taybetî ji bo şekir û nexweşiyên mîdeyê dermanekî xwezayî ye.

Keda ji lûtkeyan heta bazarê

Di mehên Nîsan û Gulanê de, dema ku li serê çiyan berf dihele, komkirina Ribêsan dest pê dike. Kedkarên ku saetên serê sibê berê xwe didin lûtkeyên asê, bi kîloyan Ribêsan bi pişta xwe tînin xwarê. Ev riweka ku ji herêma Koçgiriyê jêrtir hema hema li her çiyayê bilind ên Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê tê dîtin li ser dezgehan bi komikî tê firotin, ji bo gelek malbatan jî dibe çavkaniya debarê.

Ribês, bi dîroka xwe ya kevnar û navê xwe yê ku di lîteratûra cîhanê de cih girtiye, îsal jî bûye xemla ser sifreyên biharê.

Wêne: Mehmet Firat 

 

 

Van jî bibîne

 

Li Baxçeyên Hewselê Kevneşopiya Dehlvaniyê
Pêşbirka Çîrokan a 2’emîn a Narîn Guran Dest Pê Dike: “Çîrokek Her Kesî Heye”

Nûçeyên Sereke