Mesud Barzanî sersaxî ji malbata Salih Muslim re xwest

Nûçe

 Serokê PDK Mesûd Barzanî bi boneya koça dawî ya Salih Muslim peyameke sersaxiyê da malbata wî kir û sersaxî ji wan re xwest.

Mesûd Barzanî li ser koça dawî ya Endamê Konseya Hevserokatiya PYDyê Salih Muslim peyameke sersaxiyê belav kir.

Barzanî di peyama xwe de wiha nivîsî:

“Ji ber koça dawî ya xwedêjêrazî Salih Muslim, ez sersaxiyê ji malbat û kesûkarên wî re dixwazim û ji Xwedayê mezin hêvî dikim ku ruhê wî bi bihuşta fireh şad bike.”

Ji bo dermankirinê anîbûn Hewlêrê

Salih Muslim ji ber nexweşiyê 4ê Adarê ji bo dermankirinê veguhastibûn Hewlêrê.

Ofîsa Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, erkê çavdêrî û dabînkirina hemû pêdiviyên dermankirina wî girtibû ser xwe.

Derbarê merasîma şînê û veşartina termê Salih Muslim de jî, îro demjimêr 08:00ê sibehê termê wî ji bajarê Hewlêrê ber bi Rojavayê Kurdistanê ve hat birêkirin û dê li bajarê Kobaniyê were binaxkirin.

 

/rûdaw/

Van jî bibîne

 

Kalemêrê 70 salî li Efrînê ji aliyê hêzên ewlehiyê yê hat girtin
Heyetek ji Bakur dê tev li merasîma cenazeyê Salih Muslim bibe

Nûçeyên Sereke