Mesrûr Barzanî û Dîlan Yeşîlgoz Bi Telefonê Axivîn: Reformên Pêşmerge û Têkoşîna Dijî Terorê Di Rojevê de Bûn

Nûçe

🔴NÛPEL – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Alîkara Serokwezîr û Wezîra Parastinê ya Holendayê Dîlan Yeşîlgoz bi rêya telefonê peywendiyek encam dan. Di civînê de pêwendiyên dualî, rewşa ewlehiyê ya herêmê û reformên di nava Hêzên Pêşmerge de hatin nirxandin.

Êrişên li Ser Herêma Kurdistanê Hatin Şermezarkirin

Li gorî daxuyaniya fermî ya Hikumeta Herêma Kurdistanê, her du aliyan êrişên dawî yên li ser axa Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge bi tundî şermezar kirin. Barzanî û Yeşîlgoz nîgeraniya xwe ya kûr li ser şer û aloziyên ku herêmê dixin bin metarsiyê de anîn ziman û daxwaza aramiya herêmî kirin.

Holenda Piştgiriya Reformên Pêşmerge Dike

Wezîra Parastinê ya Holendayê Dîlan Yeşîlgoz di peywendiyê de pesnê pêngavên reformê yên li Wezareta Pêşmerge da. Yeşîlgozê destnîşan kir ku welatê wê di têkoşîna li dijî terorê û gefên bermayiyên DAIŞê de, weke hevalbendekî nêzîk ê Hêzên Pêşmerge dimîne û piştgiriya wan dê berdewam be.

Hevkariya di Warê Aborî û Ewlehiyê de

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji ber piştgiriya domdar a Holendayê spasiya hikumeta wî welatî kir. Barzanî bal kişand ser girîngiya hevahengiya di navbera her du welatan de û diyar kir ku ew dixwazin pêwendiyên xwe ne tenê di warê ewlehiyê de, lê belê di warê bipêşxistina aboriyê de jî hîn bêtir berfireh bikin.

/Çavkanî: Rûdaw/

Van jî bibîne

 

Mezlûm Ebdî Cejna Ekîtoyê Pîroz Kir: ‘Ekîto Yekîtî û Aramiyê Xurttir Dike’
Desteya Projeya Netewî Banga Konferansekê Kir: “Yekrêzî Pêdiviyeke Dîrokî Ye”

Nûçeyên Sereke