Meclîs ji Ber Kêmasiya Hejmarê Girtî Ma: Îktîdar û Mûxalefet Hevdu Sûcdar Dikin

Nûçe

🔴NÛPEL – Civîna Civata Giştî ya Meclîsê ji ber ku hejmara qanûnî ya parlamenteran nehat dîtin, bi dawî bû. Piştî girtina civînê, di navbera AKP û partiyên mûxalefetê de nîqaşên dijwar derketin û her du aliyan hevdu bi astengkirina xebatan sûcdar kirin.

Civata Giştî ya Meclîsa Mezin a Gel a Tirkiyeyê (TBMM), ji bo nîqaşkirina biryarnameya ku destûra zayînê ji 16 hefteyan derdixe 24 hefteyan civiya. Lê belê, di du yoklamayên (kontrolkirina hejmarê) li pey hev de, hejmara parlamenteran têrê nekir û hevdîtin ji bo hefteya bê hatin taloqkirin.

AKP: Mûxalefetê Hêviyên Malbatan Asteng Kir

Cigira Seroka Koma AKP’ê Leyla Şahin Usta, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî nerazîbûn nîşan da û mûxalefet wekî berpirsiyar nîşan da. Usta diyar kir ku parlamenterên CHP, Partiya ÎYÎ û DEM Partiyê tev li yoklamayê nebûne û wiha got:

“Hêviya bi deh hezaran malbatên ku li benda destûra zayînê bûn, mixabin ji aliyê partiyên mûxalefetê ve hat astengkirin. Dema ku mesele mafê milet û hêviya dayikan be, wan ev pêvajo fedaî hesabên xwe yên siyasî kirin.”

CHP: Koma AKP’ê bi Xwe ne li Meclîsê bû

Serokwekîlê Koma CHP’ê Ali Mahir Başarır jî bersiv da îdiayên îktîdarê û destnîşan kir ku berpirsiyarê sereke yê girtina Meclîsê AKP bi xwe ye. Başarır got:

“Meclîs çawa vebû wisa jî girtî ma, ji ber ku koma AKP’ê li wir nînbû. Hem pêşniyar dikin ku Meclîs heta serê sibê bixebite, hem jî bi xwe nayên civînê.”

DEM Partî: Kibir û Bêperwaziya Desthilatdariyê ye

Parlamenterê DEM Partiyê Ömer Faruk Gergerlioğlu jî li dijî daxuyaniyên Leyla Şahin Usta bertek nîşan da. Gergerlioğlu bi zimanekî tund rexne li îktîdarê girt û got:

“Ev çi bêşermî ye! Parlamenterên wan bi mehan e nayên TBMM’ê, îro jî ji ber ku nehatin Meclîs girtî ma, lê radibe çi dibêje! Ev kibr û bêperwatiya muktedîran e.”

/Çavkanî: ÎlkeTV/

Van jî bibîne

 

Pizîşkiyan: Êrişên Îsraîlê yên li Libnanê Binpêkirina Agirbestê ne
Koordînatorê Umut-Senê Başaran Aksu hat girtin

Nûçeyên Sereke