Mazlum Kobanî bi rîspiyên Kurdan re civiya

Kurdi

🔴 Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Kobanî bi rîspî û mezinên eşîrên Kurdan re civiya…

HSDyê ragihand ku Mazlûm Kobanî bi gelek nûnerên Kurd re hevdîtinek kiriye bi wan re mijarên siyasî, leşkerî û xizmetguzariyê gotûbêj kirine.

Li gorî daxuyaniyê, Fermandara Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Rohilat Efrîn û rihspî û mezinên eşîrên Kurd û rewşenbîrên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî beşdarî civînê bûne.

Hat zanîn ku nûnerên Kobanî, Şehba, Heleb, Amûdê, Hesekê, Sirrîn û Dirbêsiyê di civînê de cihê xwe girtiye.

Di wê hevdîtinê de mijarên girêdayî rewşa giştî ya Sûriye û Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin gotûbêjkirin û bi taybetî jî li ser mijarên siyasî, leşkerî, civakî û xizmetguzariyê gotûbêj hatin kirin.

Dîsa “xurtkirina aştiya civakî û hevgirtina niştimanî” mijareke girîng a hevdîtinê bû.

Li hêla din, nûnerên amadebûyî daxwaza firehkirina efûya giştî kir û wan piştgiriya xwe ya ji bo diyaloga Kurdî – Kurdî anî zimên.

 

/rd/

Van jî bibîne

 

Li Îranê di 7 mehên borî de bi sedan kes hatine darvekirin
Rojava: Rêvebirîya Xweser dibêje genimê îsal têra 16 Mehan dike

Nûçeyên Sereke