🔴Nûpel – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Abdî, bi peyamekê sersaxî ji bo şehîdên Pêşmerge yên li Herêma Kurdistanê xwest.
Abdî di daxuyaniya xwe de ku li ser hesabê xwe yê Xê parve kir, xemgîniya xwe ya kûr anî ziman û piştgiriya xwe nîşan da. Abdî di peyama xwe de bal kişand ser qehremaniya pêşmergeyan û wiha got:
“Em xemgîniyê bi gelê Kurd li Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge re parve dikin, ji ber şehadeta lehengên wan.”
Sersaxî ji bo Malbat û Serokatiyê
Fermandarê HSD’ê di berdewamiya peyama xwe de sersaxî ji Serok Mesûd Barzanî, rayedarên Herêma Kurdistanê û malbatên şehîdan re xwest. Abdî her wiha ji bo pêşmergeyên birîndar jî hêviya şîfaya lezgîn kir.









