Malbata Yildiz: “Yên ku Firat bi Siyanurê jehrî kirin nayên darizandin

NûçeXweza

🔴Malbata Yıldız berî rûniştina doza Nîhala Zelal (Îliç) bang kir: ‘Heke em baweriya xwe bi dadger neynin, sermaye dê çi bi me neke!’

NÛPEL – Rûniştina 7’emîn a doza derbarê herifîna kana zêr a li Nîhala Zelal (Îlîç) ku bû sedema mirina 9 karkeran, dê di 14’ê Nîsana 2026’an de bê dîtin. Malbata Yildiz berî rûniştinê bang li raya giştî kir û got: “Em ê ji bo birayê xwe, ji bo vê welatî û vê axê têkoşîna xwe bidomînin.”

Li navçeya Nîhala Zelal a Erzînganê, di 13’ê Sibata 2024’an de li kana zêr a Çoplerê ya aîdî şîrketa Anagold Madencilikê, qada lîçê herifîbû. Di encama vê karesatê de 9 karker di bin axê de mabûn û jiyana xwe ji dest dabûn. Her wiha 10 mîlyon metre kup axa bi siyanur li herêmê belav bûbû.

Tevî ku zêdetirî du sal di ser karesatê re derbas bûne, malbat û parastvanên mafên mirovan diyar dikin ku lêpirsîneke bi bandor nehatiye meşandin û berpirsên esasî nehatine darizandin.

“Tenê du kes wekî sûcdar tên nîşandan”

Duygu Yildiz, xwişka Ugur Yildiz ê ku di karesatê de jiyana xwe ji dest dabû, berî rûniştina 7’emîn a ku dê di 14.04.2026’an de bê dîtin, daxuyaniyek da. Yildiz bal kişand ser mutalaaya dozgeriyê û wiha got:

“Dozgeriyê mutalaaya xwe daye û tenê du kes wekî sûcdar hatine dîtin. Kesên ku bi tonan bermayiyên siyanurê tevlî Hewzeya Firatê kirin û bûn sedema mirina 9 madenciyan, tenê wekî du kes tên nîşandan. Heke em nikaribin baweriya xwe bi dadger û dozgerên vê welatê bînin, şîrketên sermayeya biyanî û navxweyî yên ku me mêj dikin, dê çi bi me nekin!”

Banga Piştgiriyê û Têkoşînê

Duygu Yildiz destnîşan kir ku tevî hemû bêedaletiyan jî ew ê dest ji doza xwe bernedin. Yildiz bang li partiyên siyasî, saziyên civakî û hemû welatiyên hestiyar kir ku di 14’ê Nîsanê de dozê bişopînin.

Yildiz di dawiya axaftina xwe de silavên xwe ji bo kesên ku li Akbelenê û di qadên din ên mafparêziyê de têdikoşin şand û got:

“Em ê tu carî serî netewînin. Em bawer dikin ku dê rojekê her tişt biguhere û em jî di nav vê têkoşînê de ne.”

/Çavkanî: Pîrha/

Van jî bibîne

 

Weşanger Azad Zal: Zimanê kurdî li asta herî baş de ye…
Xiristiyanên Rojavayê Kurdistanê Cejna Paskalyayê Pîroz Kir

Nûçeyên Sereke