Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron tekezî li ser parastina serweriya axa Îraqê kir û ragihand ku divê Îraq ji alozî û şer were dûrxistin.
Li Bruksela paytexta Belçîkayê Lûtkeya Serkirdeyên Ewropayê tê lidarxistin.
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron beriya lûtkeyê ji rojnamegeran re axivî.
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron pirsa Nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê bersivand.
Macron di destpêka axaftina xwe de behsa kuştina leşkerekî welatê welatê xwe kir û got:
“Ez dixwazim rêz û pêzanîna xwe ji bo serbazê me, Major Frion diyar bikim, ku ji aliyê milîsên nêzîkî Îranê ve li Îraqê hat kuştin.”
“Em şanaziyê bi vê pêbendiyê dikin”
Serokkomarê Fransayê li ser hebûna hêzên welatê xwe yên li herêmê, amaje bi wê yekê kir ku Fransa ji 2015an ve ji bo şerê li dijî komên terorîst û DAIŞê û her wiha ji bo piştgiriya serweriya Îraqê li wî welatî ye.
Macron got, “Em gelekî şanaziyê bi vê pêbendiya xwe dikin, çi li Bexdayê be, çi li Hewlêrê be.”
Macron di bersiva pirsa Rûdawê ya li ser pêwendiyên wî yên bi serkirdeyên Îraq û Herêma Kurdistanê re, got:
“Gelek caran derfet ji bo min çêbûye ku ez bi Serok Nêçîrvan Barzanî û her wiha Serokwezîr Sûdanî re biaxivim.
Em li gel Îraqê, serwerî û yekparçeyiya axa wê ne.”
/Çawkani: rûdaw/










