🔴Nûpel – Di Lîga Şampîyonan a UEFAyê de kelecaneke mezin hebû. Tîmên ku bilêta çaryek fînalê bi dest xistin diyar bûn. Di şeva maçan de Barcelonayê bi skoreke dîrokî bal kişand ser xwe, Liverpoolê jî xewna Galatasarayê bi dawî kir.
Barcelonayê Newcastle United “Peritand”
Dêwekî Spanyayê Barcelona, piştî maça yekem a li Îngilistanê ku 1-1 bi dawî bibû, li qada xwe Newcastle United kir mêvan. Katalanan bi lîstikeke bêhempa Newcastle bi 7-2 têk bir û bi serbilindî derbasî çaryek fînalê bû.
• Golên Barcelonayê: Raphinha (6′, 72′), Marc Bernal (18′), Robert Lewandowski (2 gol), Lamine Yamal û Fermin Lopez.
• Golên Newcastle: Elanga (17′, 28′).
Barcelona bi taybetî di nîveka duyemîn de bahozek rakir û di navbera deqîqeyên 45 û 61ê de tam 4 gol avêtin.
Liverpoolê Rê Neda Galatasarayê
Nûnerê Tirkiyeyê Galatasaray, ku maça yekem li Stenbolê 1-0 qezenc kiribû, li Îngilistanê mêvanê Liverpoolê bû. Galatasarayê nekarî avantajê xwe biparêze û bi encama 4-0 ji tûrnûvayê xatir xwest.
Golen Liverpoolê ji aliyê Szoboszlai, Ekitike, Gravenberch û Salah ve hatin avêtin. Bi vê encamê re Liverpool di çaryek fînalê de bû reqîbê PSGyê.
Atletico Madrid Tevî Têkçûnê Derbas Bû
Di maça navbera Tottenham û Atletico Madrid de şerekî dijwar hebû. Tottenhamê bi lîstika Xavi Simons a bi bandor maça vegerê 3-2 qezenc kir, lê ji ber ku maça yekem 5-2 winda kiribû, nekarî turê derbas bike. Tîma ku derbasî çaryek fînalê bû, Atletico Madrid e.
• Golên Tottenham: Kolo Muani (30′), Xavi Simons (52′, 90+1 P).
• Golên Atletico: Julian Alvarez (47′), David Hancko (75′).
Bayern Münih Careke Din Atalanta Peritand
Bayern Münih a ku maça yekem bi encama 6-1 qezenc kiribû, di maça vegerê de jî rehmet neda Atalantayê. Almanan bi encama 4-1 serkeftina xwe tacîdar kirin û navê xwe di çaryek fînalê de nivîsandin. Golên Bayernê Harry Kane (2), Lennart Karl û Luis Diaz avêtin.
Maçên Çaryek Fînalê
Real Madrid – Bayern Munih
Sporting Lizbon – Arsenal
Barcelona – Atletico Madrid
Paris Saint Germain – Liverpool










