Lîga Şampiyonan: Bayern û Arsenal Ber Bi Nîv Fînalê Ve Gavek Avêtin

NûçeSpor

🔴NÛPEL– Heyecana çaryek fînalê ya Lîga Şampiyonan bi du maçên girîng dest pê kir. Bayern Munîh li deplasmanê Real Madrîdê şok kir, Arsenalê jî di deqîqeya dawî de serkeftineke mezin bi dest xist.

Li Madrîdê Şeva Bayern Munîhê

Yek ji maçên herî bi fikar di navbera du dêwên Ewropayê, Real Madrîd û Bayern Munîhê de li paytexta Îspanyayê hat lîstin. Tîma Alman ji destpêkê heta dawiyê kontrola maçê di destê xwe de girt. Di nîveka yekem de Luiz Diaz bi golekê Bayern 1-0 xist pêşiyê û nîveka yekem bi vê encamê bi dawî bû.

Di destpêka nîveka duyem de starê Bayernê Harry Kane derket ser dikê û skor kir 2-0. Real Madrîdê piştî vê golê zexta xwe zêde kir û bi stêrkê xwe Mbappe ferq daxist yekê (2-1). Lê belê di deqîqeyên mayî de encam neguherî û Bayern Munîh bi avantajeke mezin vegeriya Almanyayê.

Arsenal di 90+1’ê de Keniya

Maça din a şevê li Portekîzê di navbera Sporting Lisbon û Arsenalê de hat lîstin. Maça ku pir bi serkeftî û bi pozîsyonên her du aliyan derbas bû, heta deqîqeyên dawî bê gol ma. Lê belê di deqîqeya 90+1’ê de Kai Havertz bi golekî giranbiha Arsenal 1-0 xist pêşiyê. Bi vê encamê Arsenalê ji bo maça duyem avantajeke mezin girt destê xwe.

Sibe Du Maçên Din Hene

Heyecana çaryek fînalê sibe êvarê bi du maçên din berdewam dike:

Barcelona – Atletico Madrid

Paris Saint Germain – Liverpool

Maçên rovanşê yên van her du lîstikan dê hefteya bê werin lîstin.

Van jî bibîne

 

Trump Êrişên li ser Îranê Rawestand: Agirbesteke 2 Hefteyan û Şertê Tengava Hurmizê
Koçka Spî: Tenê Trump dizane dê li hember Îranê çi bike

Nûçeyên Sereke