Li Zarokistana Perperikê Agirê Newrozê bi Destê Zarokan Geş Bû

🔴AMED (Nûpel) – Zarokên Kreş û Mala Nihêrtinê ya Zarokistana Perperikê ku bi ser Şaredariya Peyasê ve ye, bi çalakiyeke rengîn û bi cil û bergên herêmî hatina biharê û Cejna Newrozê pîroz kirin.

Zarokên ku di bin banê Gerînendetiya Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Peyasê de perwerdeya pirzimanî dibînin, bi boneya 21’ê Adarê Cejna Newrozê bernameyeke taybet li dar xistin. Di şahiyê de zarokan bi lixwekirina kincên kurdewarî, gotina stranan û gerandina govendê bal kişandin ser parastina çanda xwe.

Hevşaredar Dundar: “Zarok bi Çanda Xwe Mezin Dibin”

Şahiya ku li baxçê kreşê hat lidarxistin, bi beşdariya Hevşaredarê Peyasê Cengîz Dundar, alîkarên hevşaredaran û xebatkarên kreşê bi rê ve çû. Hevşaredar Dundar di dema pîrozbahiyê de axivî û girîngiya perwerdeya pirzimanî û çandî anî ziman.

Dundar di axaftina xwe de wiha got:

“Bi perwerdeya pirzimanî re em çand, huner û dab û nerîtên xwe bi zarokan didin nasîn. Pîrozbahiya Newrozê derfetê dide ku zarok di vî temenî de nasname û çanda xwe ji nêz ve binasin. Em Newroza van zarokên me yên delal pîroz dikin.”

Rengên Newrozê û Kêfxweşiya Zarokan

Di nav lîstik û çalakiyên cihêreng de, zarokan bi coşeke mezin hatina biharê pîroz kir. Şahî piştî nîşandanên hunerî û lîstikên gelêrî bi dawî bû. Ev çalakiya ku bi armanca veguhastina çandê ji bo nifşên nû hatibû amadekirin, ji aliyê malbatên zarokan ve jî bi dilxweşî hat pêşwazîkirin.

 

Van jî bibîne

 

Mohra Reş di “Pêşniyarên Helbesta 2026an de cih girt
Girtiyê Nexweş Mehmet Edîp Taşar Jiyana Xwe Ji Dest Da

Nûçeyên Sereke