Li Warê Duzgûno Cema Xizir: Li Dijî Asîmîlasyonê Yekitiya Me Hêza Me Ye

Kurdi

​Li Cemxaneya Jarû Duzgûno (Düzgün Baba), bi helkefta Meha Xizir (Rojiya Xizir) bi beşdariya gelek welatiyan û nûnerên saziyan “Cema Xizir” hat lidarxistin. Di bernameyê de li dijî polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê peyamên girîng ên yekitiyê hatin dayîn.

​Tevî Baranê Beşdariyeke Zêde Hebû

​Tevî şert û mercên nebaş ên hewayê û barîna baranê, bi sedan welatî berê xwe dan warê pîroz ê Duzgûno. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgün Uçar û gelek nûnerên saziyên sivîl jî di nav de, girseyek mezin di erkana cemê de amade bûn. Berî destpêkirina cemê, li gorî rîtuelên baweriyê çerax hatin pêxistin.

‘Duzgûno Xeta Sor a Gel e’

​Cîgirê Serokê Cemxaneya Duzgûno Musa Demirtaş di axaftina xwe de bal kişand ser zextên li ser baweriya Elewîtiyê û wiha got:

​”Aqilê dewletê tu carî Elewîtî wekî baweriyeke wekhev nas nekir. Yan em tunekirin, yan jî xwestin me asîmîle bikin. Lê ev rê bi fermanan nehat birîn, bi sirgûn û sêpêyan jî ranewestiya. Dîroka me ne ya teslîmiyetê, ya berxwedanê ye.”

​Demîrtaş her wiha rexne li saziya bi navê “Serokatiya Çand û Cemxaneyan a Elewî Bektaşî” girt û diyar kir ku ev sazî navendeke asîmîlasyonê ye û dixwaze Elewîtiyê ji cewherê wê dûr bixe. Demîrtaş got: “Duzgûno xeta sor a vî gelî ye. Em nahêlin cemxaneyên me bibin baxçeyê paş ên îktîdarê.”

Cem Bi Gulbangan Hat Girêdan

​Piştî axaftinan, bi pêşengiya pîr û anayên ocaxên cuda erkana olî dest pê kir:

  • Ji Ocaxa Kureyşan: Pîr Kazim Açiktepe û Engîn Seyîtalî Dedeoglû.
  • ​Ji Ocaxa Derwêş Cemal: Ana Firaz Yalvaç.

​Di dema cemê de gulbang hatin xwendin û piştî duayan, loqmeyên ku welatiyan bi xwe re anîbûn hatin parvekirin. Bername bi daxwaza aştî û biratiyê bi dawî bû.

 

Van jî bibîne

 

Îlham Ehmed: Armanca Me Avakirina Sûriyeyeke Demokratîk e ku Mafê Hemû Pêkhateyan Tê de Parastî Be
Rayîrê Xizirî de Şîyayîşê Heqî: Mihemed Çelebî Dede Erdnayî

Nûçeyên Sereke