🔴Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê (MGM), daneyên îklîmê yên Wanê yên di navbera salên 1939-2025an de parve kir. Li gorî raporê, germahiya herî kêm -28,7 û ya herî bilind jî 37,5 pile hatiye pîvandin.
WAN (Nûpel) – Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê (MGM), encamên çavdêriyên xwe yên 86 salan (1939-2025) eşkere kir. Di raporê de guherînên demsalî, mîqdara baranê û nirxên germahiyê yên parêzgeha Wanê bi hûrgulî hatin rêzkirin.
Zivistanên Sar û Bi Berf
Li gorî daneyan, li Wanê mehên zivistanê gelekî sar derbas dibin. Di meha Rêbendanê de germahiya navîn -3 pile ye, lê carinan heta -7,4 pileyan dadikeve. Di meha Reşemiyê de jî ev sermaya giran berdewam dike û germahî di asta -2,4 pileyan de dimîne. Balkêş e ku rekora herî bilind a qalindahiya berfê di sala 1994’an de wek 120 santîmetre hatiye qeydkirin.
Buhar bi Baran Tê
Bi hatina biharê re germahî hêdî hêdî zêde dibe:
Adar: Germahî dertê 1,8 pileyan, lê bi 12 rojan dibe meha herî bi baran.
Nîsan: Bi 54,9 mm baranê, meha herî şil û şilope ya salê ye. Germahiya navîn 7,9 pile ye.
Gulan: Germahî dertê 13,2 pileyan.
Meha herî Germ: Tîrmeh
Li Wanê havîn di mehên Tîrmeh û Tebaxê de digihîje lûtkeyê. Meha Tîrmehê bi navîniya 22,4 pileyan wek meha herî germ a salê derket pêş. Di vê mehê de bi tenê 2 rojan baran dibare. Meha Tebaxê jî wek meha herî ziwa ya salê hat pênasekirin.
Tabloya Salane û Rekor
Di rapora 86 salan de encamên giştî wiha ne:
Germahiya Navîn a Salane: 9,5 pile.
Mîqdara Barana Salane: 393,3 mm.
Hejmara Rojên bi Baran: 92,9 roj.
Germahiya herî Bilind (Rekor): 37,5 pile.
Germahiya herî Kêm (Rekor): -28,7 pile.
Bi payîzê re germahî di meha Îlonê de (17,9 pile) kêm dibe û di meha Kanûnê de cardin dikeve binê sifrê (-0,3 pile). Ev daneyên MGM’ê nîşan didin ku taybetmendiyên îklîma bejayî li Wanê bi hemû tundiya xwe berdewam dikin.
/Fatma Ozturk-Van Haber/










