Li Wanê qedexeya girtina masiyan bi dawî dibe

Kurdi

 Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê piştî 3 mehan qedeqeya girtina masiyan bi dawî dibi.

Masîgirên parêzgehê dest bi amadekariyan kirine daku Încî Kefalan bigrin.

Her sal ji ber xwe zêdekirina masiyên Încî Kefalan ku ber bi ava şêrîn ve koç dikin di navbera 15ê Nîsanê û 15ê Tîrmehê de girtina wan tê qedexekirin.

Piştî 3 mehan careke din 15ê Tîrmehê li navçeyên Erdîş, Tuşba, Westan, Bêgirî, Artemêtan û Rêya Hewrîşimê yên parêzgeha Wanê û li navçeyên Xelat, Adilcewazê û Tetwanê yên Bedlîsê jî masîgir dê karibin masiyan bigirin.

Li gorî hatiye diyarkirin, masîgir dê karibin heta 15ê Nîsana 2025an masiyan bigirin.

/rûdaw/

Van jî bibîne

 

DEM Parti: Em, Celadet Alî Bedirxan bi rêzdarî û bi minet bi bîr tînin
MSD: Şam û Enqere tenê li dijî Bakur û Rojhilata Sûrîyê li hev dikin

Nûçeyên Sereke