🔴NÛPEL – Di çarçoveya operasyonên leşkerî yên Amerîka û Îsraîlê de ku ketine roja 29an, paytexta Îranê Tehran û saziyên wê yên stratejîk bûn armanca êrişên asmanî. Di êrişên destê sibehê de, bi taybetî Zanîngeha Zanist û Teknolojiyê ya Îranê (IUST) hat lêdan.
Navenda Teknolojiyê Bû Armanc
Zanîngeha Zanist û Teknolojiyê ku li herêma Narmakê (bakurrojhilatê Tehranê) cih digire, wekî “bingeha teknolojiya Îranê” tê naskirin. Ev saziya ku di sala 1929an de hatiye avakirin, ji bo pîşesaziya parastinê, enerjî û endezyariya Îranê navendeke jiyanî ye. Di êrişê de kampusa zanîngehê ya ku 15 fakulteyên stratejîk (wekî Endezyariya Petrol, Gaz û Otomobîlê) dihewîne, rastî xisarê hat.
Xalên Din ên ku Hatine Bombebaran Kirin
Li gorî agahiyên ku medya fermî ya Îranê belav kirine, ji bilî zanîngehê li gelek deverên din ên paytextê jî teqînên mezin pêk hatine. Xalên sereke yên ku bûn armanc ev in:
Herêma 1ê: Taxên Şehîd Mehelatî, Darabad û Pasdaran (li vê derê du avahiyên niştecihbûnê jî hatine lêdan).
Herêma 2yan: Derdora Nexweşxaneya Atiyeyê.
Herêma 9an: Derdora Balafirgeha Mehrabadê.
Herêma 18an: Cadeya Coşenê.
Rewşa Giştî û Bîlanço
Heman demê de li parêzgehên Îsfehan û Elburzê jî dengê teqînan hat bihîstin, ku ev yek bû sedema tirs û xofeke mezin di nav xelkê sivîl de.
Her nebat ku heta niha rayedarên Îranê bîlançoyeke fermî ya derbarê hejmara kuştî û birîndaran de eşkere nekirine, lê şahidên li herêmê radigihînin ku ji ber hêza teqînan, bi taybetî li nêzîkî cihên niştecihbûnê, xisareke madî ya giran çêbûye. Medyaya Îranê ev operasyon wekî “êrişa dijminên Amerîkî-Siyonîst” pênase kir.
/rd/










