🔴STENBOL (Nûpel) – Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li taxa Gaziyê ya navçeya Sultanbeyliya Stenbolê, bi beşdariya girseyî û bi coşeke mezin pîrozbahiya Newrozê li dar xist.
Agirê Azadiyê li Sultanbeyliyê Geş Bû
Li Stenbolê pîrozbahiyên Newrozê yên ku her şev li navçeyeke cuda tên lidarxistin, îşev li taxa Gaziyê ya Sultanbeyliyê berdewam kir. Di pîrozbahiyê de Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Arîfe Çinar, hevserokên navçeya Sultanbeyliyê, nûnerên saziyên civakî, endamên partiyên siyasî û bi sedan welatî amade bûn. Welatî bi meşaleyên di destên xwe de û bi dirûşmeyan ketin qada pîrozbahiyê.

Arîfe Çinar: “Newroza Îsal Newroza Azadiyê ye”
Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Arîfe Çinar di qadê de axaftinek kir û bal kişand ser girîngiya Newroza îsal. Çinar di peyama xwe de wiha got:
“Newroza îsal ji bo me xwedî wateyeke gelekî taybet e. Ev Newroz dê bibe sedema azadiyê. Ji ber wê yekê, bangawaziya me li tevahî gelê me heye ku bi ruhê yekîtiyê tevlî pîrozbahiyên Newrozê bibin.”

Govend û Dirûşme
Piştî axaftinan, agirê Newrozê bi dirûşmeyên “Bijî Newroz” hat pêxistin. Gelê ku li dora agirê pîroz kom bû, bi saetan govend gerand. Di dema gerandina govendê de dirûşmeyên wekî “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin û coşa gel gihîşt asta herî bilind.
Pîrozbahî piştî gerandina govendê bi awayekî bi heybet bi dawî bû.
/Çavkanî: AW/










