🔴STENBOL (Nûpel)– Bi boneya 77’emîn rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li navçeya Çatalca ya Stenbolê pîrozbahiyek hat lidarxistin. Di çalakiyê de fîdan hatin çandin û daxwaza azadiyê hat kirin.
Platforma Saziyên Demokratîk û Rêxistina Partiya Sêwirandin û Azadiya Gelan (DEM Partî) a Stenbolê, bi minasebeta 4’ê Nîsanê rojbûna Abdullah Ocalan, li navçeya Çatalcayê bernameyeke pîrozbahiyê li dar xist. Di bernameyê de Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Arîfe Çinar, Dayikên Aştiyê, nûnerên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û gelek welatî amade bûn.
Pîrozbahî bi çandina fîdanan dest pê kir. Dayikên Aştiyê li gel stran û tilîliyan dar danîn û hêviyên xwe yên ji bo aştiyê anîn ziman.
Beşdarên çalakiyê bal kişandin ser girîngiya 4’ê Nîsanê ji bo gelê Kurd û diyar kirin ku çandina daran sembola jiyaneke nû û azad e.
Hat zanîn ku bi boneya 77’emîn rojbûna Ocalan, ne tenê li Stenbolê, lê li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê jî çalakiyên bi vî rengî yên wekî çandina daran û şahiyên gel tên lidarxistin.
Bernameya li Çatalcayê, piştî avdana fîdanên hatine çandin û gerandina govendê bi dawî bû.
/Çavkanî: AW/










