Li Şirnexê Agirê Yekem ê Newrozê li Deşta Darê Hat Geşkirin

Nûçe

🔴ŞIRNEX – Platforma Saziyên Demokratîk a Şirnexê, bi daxuyaniyekê bernameya Newroza 2026’an eşkere kir û agirê yekem ê îsal li beldeya Deşta Darê bi coşeke mezin vêxist.

Platforma Saziyên Demokratîk a Şirnexê, starta pîrozbahiyên Newrozê li beldeya Deşta Darê (Sırtköy) da. Di pîrozbahiyê de nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl û bi sedan welatî beşdar bûn. Qada pîrozbahiyê bi rengên kesk, sor û zer hat xemilandin û gelê herêmê bi kincên xwe yên neteweyî û koçerî reng da qadê.

Bernameya Newrozê ya Bajar hat Eşkerekirin

Beriya vêxistina agirê Newrozê, daxuyaniyek ji bo çapemeniyê hat dayîn. Hevseroka DEM Partiyê ya Şirnexê, Taybet Bilgi, bal kişand ser girîngiya dîrokî ya Newrozê û bernameya pîrozbahiyan a li navçeyên Şirnexê bi vî rengî eşkere kir:

• 21’ê Adarê: Gundikê Melê

• 22’ê Adarê: Cizîr

• 23’ê Adarê: Şirnex (Navend)

• 24’ê Adarê: Silopiya

• 25’ê Adarê: Hezex û Qilaban

• 26’ê Adarê: Elkê

Taybet Bilgi di axaftina xwe de destnîşan kir ku ew ê li her gund û taxên Şirnexê agirê Newrozê geş bikin û got ku armanca wan a sereke di van pîrozbahiyan de daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e.

Agir bi Destê Jinan Hat Vêxistin

Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez jî Newroza gel pîroz kir û hêvî kir ku Newroza îsal bibe wesîleya azadiyê. Piştî axaftinan, ku bi dirûşmeyên “Bijî Newroz” bi dawî bûn, agirê yekem ji aliyê jinan ve hat vêxistin.

Di dema geşkirina agir de fîşekên hewayî hatin teqandin û coşa li qadê gihîşt lûtkeyê. Piştî vêxistina agir, Koma Hezex derket ser dikê û pîrozbahî bi stran û govendên girseyî berdewam kir.

/Çavkanî; MA/

 

 

Van jî bibîne

 

HSD û hikûmeta Sûriyeyê dê 200 dîlan berdin
Sîpan Hemo Bû Alîkarê Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê

Nûçeyên Sereke