🔴ŞENGAL (Nûpel)– Civaka Êzidî di qada siyasî de gavên xwe xurtir dike. Li navenda Şengalê, bi beşdariya nûnerên gelek saziyan û bi sedan delegeyan, Partiya Ciwanên Êzidî hat avakirin û yekemîn kongreya xwe bi serkeftî li dar xist.
Kongre bi Dirûşmeya “Edalet, Azadî û Demokrasî” Dest Pê Kir
Îro di saet 10:30’an de, li Salona Hanover a Şengalê, kongreya damezrandina partiyê bi coşek mezin dest pê kir. Di kongreyê de 200 delege û mêvan amade bûn. Di nav beşdaran de nûnerên partiyên siyasî yên Êzidiyan, rêxistinên jinan, Meclîsa Gel a Şengalê û rûspiyên herêmê cih girtin.
Hêjayî gotinê ye ku kongre di bin çavdêriya Lijneya Hilbijartinên Serbixwe ya Partiyên Siyasî ya Iraqê de birêve çû, ku ev yek nîşana fermîbûna partiyê di asta Iraqê de ye.
“Partiyeke Niştîmanî ya Iraqî”
Axaftina destpêkê ya kongreyê ji aliyê Merwan Xwedêda ve hat kirin. Xwedêda avabûna partiyê li tevahî civaka Êzidî pîroz kir û armancên partiyê bi van gotinan anî ziman:
“Ev partî wekî partiyeke Iraqî ya niştîmanî tê naskirin. Armanca me yekkirina gotina civaka me, xurtkirina hebûna Êzidiyan di qada siyasî de û parastina berjewendiyên gel û welat e.”
Xwedêda her wiha spasiya Komîsyona Hilbijartinan a Bexdayê û hemû kesên ku di pêvajoya avakirinê de ked dane kir.
Pêvajoya Hilbijartin û Pejirandina Rêziknameyê
Piştî deqîqeya rêzgirtinê ya ji bo şehîdên fermanê, xebatên teknîkî yên kongreyê dest pê kirin:
Dîwana Kongreyê: Ji aliyê delegeyan ve hat hilbijartin.
Belgeyên Fermî: Bernameya siyasî û rêziknameya navxweyî ya partiyê hatin nîqaşkirin û bi yekdengî hatin pejirandin.
Hilbijartin: Di bin çavdêriya komîsyona Iraqê de, hilbijartina endamên mekteba siyasî û rêveberiya partiyê di rojeva danê nîvro de cih girt.
Ev gava nû ya ciwanên Şengalê wekî destpêka qonaxeke nû di temsîliyeta siyasî ya civaka Êzidî de tê nirxandin.

/Çavkanî: Rojnews/










