Li Şaredariya Uskudarê operasyona ruşwetê: 20 kes hatin binçavkirin

Nûçe

NAVENDA NÛÇEYAN (Nûpel) – Di saetên serê sibê de polîsan bi ser Şaredariya Uskudarê ya ku di bin rêveberiya CHP’ê de ye girtin. Di çarçoveya lêpirsînê de 20 kes hatin binçavkirin.

Li gorî agahiyên ku hatine bi dest xistin, polîsên tîmên rûbirûbûna sûcên darayî, serê sibê bi ser avahiya Şaredariya Uskudarê de girtin. Hat ragihandin ku ev operasyon di çarçoveya lêpirsîna “ruşvet û usulsûziya di pêvajoyên destûra avahîsaziyê (ruhsat) û destûra rûniştinê (îskan)” de hatine destpêkirin.

Di encama serdegirtinê de, di nav de karmendên şaredariyê jî hene, bi giştî 20 kes hatin binçavkirin. Kesên hatine binçavkirin ji bo îfadeyê birin Midûriyeta Ewlehiyê ya Stenbolê.

Tê payîn ku derbarê hûrguliyên lêpirsînê de daxuyaniyên berfirehtir werin belavkirin.

Van jî bibîne

 

Li Dîlokê Ji Bo Zimanê Kurdî Mevziyek Nû: Kurdî-Parêz
Li Mexmûrê Bereketa Baranê: Rûyê Cotkaran Geş Bû

Nûçeyên Sereke