Li Rojhilat êrişa hewayî: 6 kes mirin ku yek ji wan pitik e

Nûçe

🔴Li bajarê Eywanê yê ser bi parêzgeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê, di encama êrişeke hewayî de ku niştecîhên sivîl kirin armanc, 6 kesên ji heman malbatê jiyana xwe ji dest dan.

Hat ragihandin ku di êrişa ku tê gotin ji aliyê DYA û Îsraîlê ve hatî encamdan de, di nav qurbaniyan de pitikeke şeş mehî jî heye.

Li gorî televîzyona dewletê ya Îranê, di êrişa DYA-Îsraîlê ya li ser gundê Hîzabê yê ser bi parêzgeha Navendî (Markazi) de, malek rasterast hatiye lêdan. Di encama êrişê de 6 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û 7 kes jî birîndar bûne.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Tesnîmê, Saziya Rewşên Bilez a Parêzgeha Kurdistanê eşkere kir ku di êrişên DYA û Îsraîlê de yên ku ji 28ê Sibatê ve berdewam dikin, heta niha li parêzgehê 112 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Cîgirê Parêzgarê Îlamê Tacedîn Salihyan, derbarê bûyera trajîk a ku îro Şemiyê (14ê Adarê) qewimî de daxuyaniyeke fermî da. Salihyan diyar kir ku berbangê li bajarê Eywanê herêmeke sivîl rasterast hatiye hedefgirtin û got: “Di encama êrişê de li xaniyê ku hilweşiya, mixabin 6 welatiyên me yên ji heman malbatê jiyana xwe ji dest dan. Di nav qurbaniyan de hîn pitikeke şeş mehî jî hebû.”

/Ajans/

Van jî bibîne

 

Behice Feride Demir: 21 Tîrêjên Derengmayî û Newroz
Mordem Zel: Efsane û Rastî: Li Ber Sîbera Girê Çilsiwaran Çîroka Sûzê

Nûçeyên Sereke