QAMIŞLO (Nûpel) – Malbat û dostên dîlgirtiyên ku di destê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de ne, li bajarê Qamişloyê li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) çalakiyek li dar xistin. Malbatan daxwaz kir ku NY ji bo berdana dîlgirtiyan bikeve tevgerê.
Dost û malbatên dîlgirtiyan li ber avahiya Komîseriya Bilind a Penaberan a NYˊyê ya li taxa Siyahî civiyan. Beşdaran bi daxuyaniyekê bal kişandin ser rewşa giran a girtiyên di destê komên girêdayî Hikûmeta Demkî de û daxwaza azadiya wan a bilez kirin.
“Azadî Mafe, Ne Daxwazeke”
Di çalakiyê de wêneyên dîlgirtiyan û gelek pankartên bi kurdî û erebî hatin hildan. Li ser pankartan dirûşmeyên wekî “Azadî mafe, ne daxwazeke”, “Dayikên me li bendê ne… Edalet li kûderê ye?” û “Bi dîlgirtiyan re heta serketinê” bal kişandin.
Her wiha girseya gel bi yek dengî dirûşmeyên “Bijî berxwedana li girtîgehan”, “Qeyd û zincîrên girtîgehan bişikînin” û “Em şervanên xwe dixwazin” berz kirin.
Aqûbeta Rojnamevanan Tê Pirsîn
Di çalakiyê de bi taybetî bal hat kişandin ser rewşa rojnamevanên dîlgirtî. Malbatan daxwaz kir ku aqûbeta rojnamevan Eva Maria Maghelman û Ehmed Polat tavilê were eşkere kirin, ji ber ku heta niha tu agahiyên zelal derbarê tenduristî û cihê wan de nîn in.
“Sebra Me Nemaye”
Li ser navê malbatên dîlgirtiyan hat diyarkirin ku êdî sebra wan li hemberî vê bêdengiyê nemaye. Malbatan destnîşan kir ku heta daxwazên wan neyên bicihanîn û zarokên wan neyên berdan, ew ê çalakiyên xwe yên li ber saziyên navneteweyî bidomînin.
/Çavkanî: Rojnews/










