Li Qamişloyê 3 kesên ku konê taziye şewitandibûn hatin girtin

Nûçe

🔴Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (Asayîş) ragihand ku 3 kesên destê wan di şewitandina konê taziyeya Alaa El Emîn de hebû hatine girtin û dê encamên lêpirsînê bi raya giştî re werin parvekirin.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş), derbarê lêpirsîna şewitandina konê taziyeya Alaa El Emîn ê ku li Qamişloyê jiyana xwe ji dest dabû de daxuyaniyek belav kir. Asayîşê diyar kir ku di çarçoveya lêpirsînê de 3 kes hatine girtin.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku beriya niha di 10ê Adarê de ji bo sedema mirina Alaa El Emîn bi rengekî şefaf were lêkolînkirin, komîsyoneke lêpirsînê hatibû avakirin.

Asayîşê destnîşan kir ku dema komîsyonê amadekariya destpêkirina xebatên xwe dikir, hinek kesan bi armanca derxistina aloziyê konê taziyeyê dane ber agir. Piştî bûyerê, hêzên ewlekarî û komîsyona hatî avakirin dest bi lêpirsîneke berfireh kirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 3 kesên ku tiliya wan di vê bûyerê de hebû hatine girtin û niha lêkolîn tê kirin ka ev çalakî bi çi armancê hatiye kirin û gelo kesên din li pişt vê bûyerê hene an na.

Asayîşê ragihand ku piştî temambûna lêpirsînê, dê encam bi raya giştî re werin parvekirin û kesên girtî ji bo darizandinê bişînin dadgehê.

Her wiha di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo parastina aramî û ewlehiya civakê, di çarçoveya yasa û sîstemê de dê erkên xwe berdewam bikin.

 

/Çavkanî: Îlke TV/

Li Qerejdaxê Newroza Bi Heybet: Meşa Meşaleyî û Govenda Azadiyê
Kampa Zewî Sipî ya PDKÎ yê hat bombebarankirin

Nûçeyên Sereke