🔴AMED (Nûpel) – Şaredariya Peyasê, bi armanca parastina xwezayê û zêdekirina qadên şîn, projeyeke girîng a darçandinê da destpêkirin. Berûyên ku ji herêma Çiyayê Mazî hatibûn komkirin, piştî xebatên li serayên şaredariyê bûn şitil û amade ne ku bi axê re bên gihandin.
Ji Çiyayê Mazî Ber bi Gundên Peyasê ve
Gerînendetiya Park û Baxçeyan a Şaredariya Peyasê, bi beşdariya cîgirên şaredar, endamên meclîsê û Komîteya Ekolojiyê re, li devera Xana Axparê ya Çiyayê Mazî berû kom kiribûn. Ev berûyên ku bi kedeke mezin li serayên şaredariyê hatin şînkirin, niha wekî 1000 şitilên xurt amade ne ku li gundan bên çandin.
Armanc: Parastina Biyodîskurî û Xwezayê

Rayedarên şaredariyê destnîşan kirin ku ev proje ne tenê ji bo şînkirinê ye, her weha ji bo parastina nasnameya ekolojîk a herêmê ye jî. Di daxuyaniya Gerînendetiya Park û Baxçeyan de hat diyarkirin ku:
“Darên berûyan bi barana xwezayî şîn dibin, hewcedariya wan bi avdana zêde nîne û lênihêrîneke taybet naxwazin. Em dixwazin bi van daran cihêrengiya biyolojîk biparêzin û şînahiyeke mayînde diyarî navçeya xwe bikin.”
Qonaxa Yekem Dest Pê Dike

Di qonaxa yekem a projeyê de, ev 1000 şitil dê li gundên ser bi navçeya Peyasê ve bên çandin. Bi vê gavê re, şaredarî plan dike ku dîmenên daristanî yên Çiyayê Mazî li herêmên din ên navçeyê jî belav bike û bandora guherîna avhewayê kêm bike.










