Li Parlamentoya Ewropayê Pîrozbahîya Newrozê: ‘Em ji bo piştgirîya gelê Kurd li vir in’

Nûçe

🔴Nûpel – Diyasporaya Kurd, li avahîya Parlamentoya Ewropayê ya li Brukselê, Newroz û Sala Nû ya Kurdî pîroz kir. Ev çalakî ji alîyê Nûnertîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li ber Yekîtya Ewropayê û bi hevkarîya parlamenterên Kurd ên li Parlamentoya Ewropayê hate organîzekirin.

Di çanda Kurdî de Newroz tê wateya sala nû û vejîna jiyanê.

Pîrozbahîya Newrozê ya sala 2726an a Kurdî ku li Brukselê pêk hat, bi taybetî bi geşedanên siyasî û leşkerî yên dawî yên li herêmê, bi taybetî li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê ve girêdayî bû.

Gelek endamên Parlamentoya Ewropayê beşdarî çalakiyê bûn. Parlamenteran fikarên xwe yên derbarê rewşa heyî ya li herêmê anîn ziman û bang li civaka navneteweyî kirin ku bêtir piştgirîya gelê Kurd bikin.

Hunermend Şivan Perwer bi berhemên ku pêşkêş kirin, kêliyên bi heyecan dan jiyîn.

Endamê Parlamentoya Ewropayê Daniel Attard (Sosyal Demokrat) wiha got:

“Em îro li vir ne tenê ji bo pîrozkirina Newrozê, di heman demê de ji bo piştgirîya hemû gelê Kurd li vir in. Ji ber vê yekê, bi kêmî ve divê em li kêleka wan bisekinin û di têkoşîna wan de piştgirîya wan bikin. Divê em prensîbên bingehîn ên ku em hemû di Parlamentoya Ewropayê de diparêzin, biparêzin. Kurd ji bo çi têkoşînê dikin? Ew ji bo azadî û wekheviyê têkoşînê dikin. Ev nirxên gerdûnî ne û sînoran derbas dikin. Em li kêleka wan in û em ê dengê wan bidin bihîstin heta ku em bibînin gavên berbiçav têne avêtin.”

Peyama hevpar a beşdarên çalakîya li avahîya Parlamentoya Ewropayê, li dijî şer derketin û daxwaza aştiyê di sala nû de bû.

Beşdaran hêvî kir ku sala 2726an bibe salek ku pevçûn bi dawî bibin û li seranserê Rojhilata Navîn aramî pêk were.

/Çavkanî: Rûdaw/

Van jî bibîne

 

Ocalan: Em ê bi mezinkirina hêza xwe çareseriyê pêş bixin
RAPOR – ‘Şerê Îran û DYA-Îsraîlê nexşeya siyasî ya Rojhilata Navîn ji nû ve guherand’

Nûçeyên Sereke