🔴AMED (Nûpel) – Newroza ku îsal bi şiarên “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” û “Newroza Azadî û Demokrasiyê” tê pîrozkirin, bi coş berdewam dike. Di vê çarçoveyê de, beriya mîtînga fînalê ya ku dê di 21’ê Adarê de li Amedê bê lidarxistin, pîrozbahiyên Newrozê li 13 navçeyan didomin. Li navçeyên Hezro û Licê yên Amedê Newroz hat pîrozkirin û peyamên piştgiriyê ji bo pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” a ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatibû destpêkirin, hatin dayîn.
HEZRO
Pîrozbahî li Cihê Bazara Girtî ya navçeya Hezro ya Amedê hat lidarxistin û siyasetmedar û gelek welatî beşdar bûn. Di pîrozbahiyê de ku agirê Newrozê ji aliyê Dayikên Aştiyê ve hat vêxistin, welatiyan ligel muzîkê govend gerandin.
Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahin di pîrozbahiyê de axivî û got: “Newroz hatina biharê ye. Bi banga Abdullah Ocalan re zemînek ji bo pêkhatineke nû ya civakî hatiye amadekirin. Di vê rêyê de bi hezaran hevalên me berdêl dan. Gelê me ji bo ziman û çanda xwe berdêlên mezin dan.” Şahin wiha berdewam kir: “Abdullah Ocalan di sala 1993’an de jî tiştê ku îro dibêje digot. Li Rojhilata Navîn, li Tirkiye û li Kurdistanê civakeke demokratîk a ku gel hevdu qebûl dikin û çand bi hev re dijîn pêkan e. Erka me ew e ku em têkiliya sed salî ya Tirk û Kurdan û pêvajoya piştî vê bi hev re bi rêxistin bikin. Bêyî azadiyê demokrasî nabe. Di rojên ku azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan nêzîk e de, em ji vir silavan ji Îmraliyê re dişînin.”
Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya jî diyar kir ku: “Îsal em Newroza azadiyê pîroz dikin. Gelê Kurd bi hezaran sal in li gund û bajaran li dora agirê Newrozê dicivin. Ji bo azadî, nasname û aştiyeke birûmet têdikoşin.” Adalet Kaya got: “Pêkanîna azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan dê rê li ber gelê Kurd û gelên herêmê veke ku bi nasname, bawerî û çandên xwe jiyaneke hevpar ava bikin. Em ê îsal li her derê agirê Newrozê geş bikin.”
‘LI LICÊ DÊ CIVAKEKE NÛ JI DAYIK BIBE’
Newroz li navçeya Licê ya Amedê jî hat pîrozkirin. Siyasetmedar û gelek kes beşdarî pîrozbahiyê bûn. Li dora agirê ku li qada Newrozê hat daxistin, bi muzîkê govend hatin gerandin. Girseya gel her tim sloganên “Bijî Serok Apo”, “Jin, jiyan, azadî” û “Newroz pîroz be” berz kirin.
Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya destnîşan kir ku Newroz ji bo gelê Kurd ne tenê cejneke. Adalet Kaya got: “Newroz azadî ye. Werin em Newroza azadiyê ya 2026’an pîroz bikin. Newroza îsal mizgîniya azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd e. Werin em ji vir silavan ji Îmraliyê re bişînin û Newrozê pîroz bikin.”
Piştî axaftinan, pîrozbahî bi gerandina govendan bi dawî bû.
/Çavkanî: MA/









