Li navçeya Tuşba ya Wanê erdhejek bi mezinahiya 5.2 çêbû.

Nûçe

🔴Li navçeya Tuşba ya Wanê erdhejek bi mezinahiya 5.2 çêbû.

NÛPEL – Serokatiya Rêvebirina Karesat û Rewşên Awarte (AFAD) ragihand ku îro serê sibê saet di 08.52an de li navçeya Tuşbayê erdhejek pêk hatiye. Li gorî agahiyên ewil, kûrahiya erdhejê 7 kîlometre di bin erdê de hatiye tespîtkirin.

Erdhej li navenda Wanê û navçeyên derdorê bi awayekî giran hat hîskirin û bû sedema tirs û fikarê. Heya niha derbarê ziyanên canî an jî malî de daxuyaniyeke fermî nehatiye parvekirin, lê tîmên AFADê ji bo kontrolkirina rewşê dest bi xebatên lêkolînê kirine.

Van jî bibîne

 

Batman Petrolspor ber bi şampiyoniyeke dîrokî ve dimeşe
Hişyariya hiqûqî ji bo Şirnexê: Qirêjkirina çemê Hîzil li dijî yasayê ye

Nûçeyên Sereke