🔴MEXMÛR (Nûpel) – Li Wargeha Penaberan a Rûstem Cudî (Mexmûr), barîna zêde ya barana îsal bandoreke erênî li ser çandinî û sewalvaniyê kir. Cotkarên ku bi salan e bi hişkesaliyê re rû bi rû bûn, îsal ji ber bereketa xwezayê kêfxweş in.
Çanda Botanê li Mexmûrê Dijî
Şêniyên wargehê rexmê hemû zext û zehmetiyên avhewayê, çanda xwe ya bi hezar salan a herêma Botanê – ku li ser bingeha çandinî û sewalvaniyê ye – bi kedeke mezin diparêzin. Piştî salên hişk û kêmbaran, îsal xweza li herêmê bi hemû rengên xwe ve zindî bûye.
“Pêwîstî bi Avdanê Nemaye”
Yek ji niştecîhên wargehê Şahîn Gabarî (61), ku bi salan e bi karê cotkariyê re mijûl dibe, derbarê rewşa îsal de ji ajansa Roj Newsê re axivî. Gabarî diyar kir ku wî ji bo xwe baxçeyek amade kiriye û wiha got:
“Salên borî ji ber kêm barîna baranê avhewa hişk bû. Lê ji ber ku îsal baraneke bi bereket bariya, zêde pêwîstî bi avdana çandiniyê nemaye. Tu li çiyayên vir dinere, bûne mîna zozanan.”
Hem Kar Hem jî Seyran
Gabarî anî ziman ku ew di baxçeyê xwe de berhemên wekî mêw, hejîr, îsot û bacanan diçînin û di heman demê de ajalan xwedî dikin. Gabarî destnîşan kir ku ev der ji bo wan ne tenê cihê kar e, lê di heman demê de wek malbat li vir bêhna xwe vedidin û dibêje: “Car caran em wek malbat tên vê derê, em seyranê dikin û bêhna me derdikeve.”
Li gorî nêrîna cotkaran, heke barîn bi vî rengî bidome, wê îsal ji bo hilberîna çandiniyê bibe saleke herî bi berhem.
/Çavkanî: Rojnews/










