Li mexdûrên Licê derbeya parêzeran; Ji bo Hasip Kaplan lêpirsîna nû

NûçeUncategorized

🔴Piştî bûyerên li navçeya Licê ku di nav de Fermandarê Herêmê yê Jandarmayî Tuxgeneral Bahtiyar Aydın jî hebû 17 kes mirin û bi sedan kargeh û mal hatin hilweşandin, li dijî parêzer û parlementerê berê Hasip Kaplan û Ayşe Bingöl Demir doz hat vekirin. Di dozê de parêzer bi tohmeta ku “miwekîlên xwe mexdûr kirine û wezifeya xwe xirab bi kar anîne” li Dadgeha Cezayê Giran a Amedê tên darizandin.

AMED – Li navçeya Licê di 22’ê Cotmeha 1993’yan de, piştî ku Tuxgeneral Bahtiyar Aydın ji aliyê “hêzên tarî” ve hat kuştin, yekîneyên taybet ên ser bi Tugaya Komando ya Boluyê 2 rojan navenda navçeyê gulebaran kirin. Di encamê de 16 sivîlan jiyana xwe ji dest da, 247 kargeh (di nav de Fabrîkaya Salçeyê ya Licê jî heye) û nêzî hezar mal û tewîle hatin texribkirin.

Ji ber windahiyên canî û malî, welatiyên bi navê Fırat Canpolat, Heşyar Canpolat, Kadri Canpolat, Murat Canpolat û mîratgirên Hasan Karaman (Cahide Karaman, Berrin Vuran, Ercan Karaman) û mîratgirên Paşa Demirhan wekalet dan parêzer Hasip Kaplan û Ayşe Bingöl Demir.

Welatiyan bi hinceta ku parêzeran bêyî agahiya wan “Suhname” (peymana lihevhatinê) îmze kirine û doz nebirine DMMEyê (Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê), bi tohmeta “xirab bikaranîna wezifeyê” gilî kirin.

Mexdûran di daxwaznameyên xwe yên ji bo Serdozgeriya Komarê ya Licê de diyar kirin ku ji bo qerebûkirina zirarên xwe wekalet dane Kaplan û Demir. Müştekiyên dozê dan xuyakirin ku gava wan agahî ji parêzeran dixwest, parêzeran her tim digot: “Dosye berdewam dike, hîn bi encam nebûye, em ê qezenc bikin.”

Lêbelê, gava mexdûran di sala 2016’an de xwestin mînakek ji dosyeya dadgehê bigirin, hîn bûn ku dozên wan hatine redkirin. Her wiha derket holê ku di lîsteyên Komîsyona Tespîtkirina Zirarê ya Walîtiyê de navê wan heye, lê parêzeran îtiraz nekirine, tu pere nedane wan û bi xapandinê bûne sedema windakirina mafên wan.

Di encama darizandinê de, ji ber ku parêzer li derveyî welat bûn îfadeyên wan nehatin girtin û di 14’ê Kanûna 2022’yan de ji aliyê Dadgeha Sulh Cezayê ya Licê ve biryara girtinê ji bo Kaplan û Demir hat derxistin.

Ji bo temamkirina dosyeya amadehiyê, Serdozgeriya Komarê ya Amedê dosye şand Dadgeha Cezayê Giran a Batmanê.

Di danişîna biryarê ya Dadgeha 1’emîn a Cezayê Giran a Batmanê de ku di 13’ê Sibata 2026’an de hat dîtin, wiha hat gotin:

“Hatiye fêmkirin ku Hasip Kaplan û Ayşe Bingöl Demir wek wekîlên muştekîyan, derbarê dozên tazminatê yên di çarçoveya Qanûna hejmar 5233’yan de agahiyên xelet dane miwekîlên xwe. Tevî ku hatine peywirdarkirin jî, li dijî bedelên kêm ên Komîsyona Walîtiyê îtiraz nekirine û bûne sedem ku pereyên miwekîlan neyên dayîn. Bi vê yekê parêzeran bala pêwîst nîşan nedane û bi îhmalkirina wezifeya xwe bûne sedema mexdûriyeta welatiyan…”

 

 

Doz dê li Amedê bê dîtin

Dadgeha Batmanê biryar da ku ji ber sûcê “xirab bikaranîna wezifeyê” (li gorî xalên TCK 257/2 û Qanûna Parêzeriyê 59/1-2) lêpirsîn bê vekirin û darizandin li Dadgeha Cezayê Giran a Amedê berdewam bike.

‘Parêzerên me bi me re eleqedar nebûn’

Paşa Canpolat, yek ji mîratgirên Hanım Canpolat, ji rojnameya me re axivî û got ku parêzeran bêyî agahiya wan bi Walîtiyê re li ser navê “Sulhname” li hev kiriye. Canpolat got: “Di sala 1993’yan de mal û kargehên me hatin şewitandin. Me wekalet da Hasip Kaplan. Tevî ku zirara me pir mezin bû, komîsyonê bi giştî tenê 8.667 TL tazminat birî. Me ji parêzer re got em vê qebûl nakin û me pere şand ku dozê veke. Lê wan di dema qanûnî (30 roj) de îtiraz nekir û ew tazminata kêm bû biryara dawî.”

‘Derbeya herî mezin me ji parêzerên xwe xwar’

Canpolat axaftina xwe wiha domand: “Me dixwest dozê bibin DMME’yê. Parêzeran ev dizanibû, lê ji ber ku îhmal kirin, dema serlêdanê derbas bû. Pêşî dewletê em mexdûr kirin, piştre derbeya herî mezin me ji parêzerên xwe xwar.”

‘Yên ku nexwendewar bûn xapandin’

Endam Demirhan, mîratgira Paşa Demirhan jî diyar kir ku bavê wê nexwendewar bû û wiha got: “Alîkarê Hasip Kaplan bavê min biriye Şaredariya Licê û jê re gotiye zirara we 5.900 TL ye û dozê bigire. Zirara me ya wê demê ji 100 hezar lîreyî zêdetir bû. Lê wan bêyî agahiya me ‘Sulhname’ îmze kirine û em xapandine.”

Baki Atman, yek ji mexdûran, diyar kir ku wan serî li partiyên DTP û HDP’yê jî daye (ji ber ku parêzer di wan partiyan de rêveber bûn) lê tu encam negirtine.

‘Dewlet ket qezencê, em man mexdûr’

Şoreş Erkıran jî qala çîroka kalê xwe Tahir Erkıran kir ku di êrîşê de birîndar bibû. Erkıran got ku parêzerê wan Fethi Gümüş, li dijî redkirina tazminata birîndariya kalê wî îtiraz nekiriye û ji bo hemû mal û milkên wan tenê bi 17.675 TL’yî “Sulhname” îmze kiriye.

Erkıran destnîşan kir ku dewletê di sala 2001’ê de bi hinek kesên din re (wek Abdulnasır Delidere) bi 10 hezar Sterlînê Îngilîzî li hev kiriye, lê ji bo malên wan ev mitalên kêm hatine dayîn. Her wiha di dozên ku Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) dişopand de, DMME’yê ji bo her kesî nêzî 40.000 Euro tazminat birîbû. Erkıran got: “Dewletê em mexdûr kirin, me fêm dikir. Lê parêzerên me yên Kurd li dijî berjewendiyên me tevgeriyan, em vê fêm nakin.”

Çavkanî: Metin Bekiroğlu

 

 

Van jî bibîne

 

Amedspor ji bo lûtkeyê derdikeve qadê!
Di Newroza Amedê de Krîza Zeynep Casalînî: “Em Hunermendên ‘Bêalî’ Naxwazin!”

Nûçeyên Sereke