🔴WAN (Nûpel) – Lêkolîner û nivîskar Aryen Semsûrî, yê ku bi salan e li çiya û zozanên Kurdistanê li ser nebatên endemîk xebatên zanistî dimeşîne, encamên lêkolînên xwe yên dawî yên li ser Çiyayê Spîrêzê (Elbak) bi Nûpelê re parve kirin. Semsûrî di hevpeyvînê de bal kişand ser taybetmendiyên erdnîgarî, zehmetiyên lêkolînê û nebatên kêmpeyda yên vê herêmê.
Navê Spîrêzê Ji Ku Tê?
Aryen Semsûrî diyar kir ku lûtkeya Çiyayê Spîrêzê 3679 metre bilind e û jorê çiyê ji ber lêdana birûskan a bi mîlyonan salan, zinar û bi kevirên wê derê bûne xîçik û çaxil. Semsûrî derbarê etîmolojiya navê çiyê de wiha got:
“Peyva ‘rêz’ di kurdî de rêzeçiyayan îfade dike. Ji ber ku lûtkeyên vî çiyayî spî û rût xuya dikin, gelê herêmê jê re dibêjin ‘Spîrêz’, ango ‘Rêzeçiyayên Spî’. Dewletê bi navên wekî ‘İspiris’ nav lê kiriye, lê navê wê yê resen ê kurdî her tim hatiye parastin.”
Nebatên Endemîk û “Noka Bejî”
Semsûrî di lêkolînên xwe de rastî gelek nebatên ku li cîhanê tenê li vê herêmê şîn dibin hatiye. Li gorî daxuyaniyên wî, nebatên herî girîng ên herêmê ev in:
• Acantholimon spirizianum: Ev nebat bi navê çiyê hatiye binavkirin. Botanîknasên Îngilîzî ku di sala 1954an de ev nebat keşf kirine, li şûna navên çêkirî, navê ku gelê kurd lê kiriye (Spîrêz) wekî bingeh girtine.
• Linum pycnophyllum subsp. kurdicum: Endemîka Kurdistanê ye.
• Allium oreophyllum (Sîrîk): Ev celebê sîrîkê tenê li Rûsyayê û li ser Çiyayê Spîrêzê heye; di navbera van her du herêman de li tu derê din nayê dîtin.
• Cicer incisum (Noka Bejî): Cureyekî noka kovî ye ku li seranserê erdnîgariya Kurdistanê belav dibe.
Rêwîtiyeke di Nava Astengiyan de
Lêkolîner Semsûrî qala zehmetiyên xebata li qadê jî kir. Wî destnîşan kir ku di salên qedexeyan de wî bi rêyên “qaçax” û bi rojên dirêj di van çiyayan de lêkolîn kirine. Semsûrî anî ziman ku ji bo tomarkirina her cureyekî nebatî, ew bi amûrên teknîkî yên yedek û bi kampan radikeve heta lûtkeyê.
Semsûrî behsa astengiyên fizîkî û mirovî jî kir: “Carinan lingên min diwerimin, ez bêoksîjen dimînim. Carinan jî ez erebeya xwe li cihekî park dikim, lê kesên nenas zirarê didinê û tekerên wê diteqînin. Lê dîsa jî, parastina vê xezîneyê ji bo me wezîfeyek e.”
Zincîreçiyayên Zagrosê: Xezîneya Jiyanî
Aryen Semsûrî di dawiya nirxandinên xwe de bal kişand ser Çiyayê Mor ê ku li hemberî Spîrêzê dimîne û destnîşan kir ku zincîreçiyayên Zagrosê, ji Rojhilat heta Bakur, xwediyê dewlemendiyeke bêhempa ne. Wî diyar kir ku parastina van nebatên endemîk ji bo pêşeroja ekolojiya Kurdistanê girîngiyeke jiyanî û stratejîk daçikandiye.

Wêne: Aryen Semsûr










