Nûpel – Piştî koça dawî ya Endamê Konseya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim, li bajarê Kobanê bi tevlîbûna sedan kesan konê sersaxiyê hat vegirtin.
Li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê (Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê), ji bo bîranîna siyasetmedarê kurd Salih Muslim, li Meydana Azadiyê kona sersaxiyê hat vedan. Ji saetên sibê ve bi sedan şêniyên Kobanê, nûnerên saziyên rêveberiyê, endamên partiyên siyasî û nûnerên rêxistinên jinan berê xwe dan qada taziyeyê.
Beşdariyeke girseyî pêk hat
Taziyeya ku li Meydana Azadî hat birêxistinkirin, bû cihê kombûna gel û rêveberên herêmê. Di bin konê sersaxiyê de peyamên li ser têkoşîn û xebatên Salih Muslim hatin dayîn. Beşdaran sersaxî ji malbata Muslim û gelê herêmê re xwestin û bal kişandin ser rola wî ya di nava şoreşa Rojava û xebatên dîplomasiyê de.










