🔴Nûpel – Televîzyona dewletê ya Îranê ragihand ku di êrîşên ku ji aliyê DY (DYA) û Îsraîlê ve hatine pêkanîn de, Berdevkê Supaya Pasdarên Şoreşê Tuxgeneral Elî Mihemed Naînî hat kuştin.
Medyaya dewletê ya Îranê diyar kir ku Berdevkê Pasdaran Tuxgeneral Elî Mihemed Naînî jiyana xwe ji dest daye. Di daxuyaniyê de hat gotin ku Naînî di êrîşên DY û Îsraîlê de hatiye kuştin.
Naînî di hevpeyvîna xwe ya dawî de ku beriya mirina wî hatibû weşandin, destnîşan kiribû ku ew di şert û mercên şer de jî hilberîna fuzeyan didomînin û gotibû: “Şer tenê hingê bi dawî bibe ku sîbera şer ji ser welat rabe.”
Li Îranê Sûîqestên Li Pey Hev
Li aliyê din, di êrîşên ku destpêka hefteyê pêk hatin de navên payebilind jî bibûn hedef. Hat ragihandin ku Serokê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî Elî Larîcanî û Wezîrê Îstîxbaratê Îsmaîl Xetîb jî di heman pêla êrîşê de jiyana xwe ji dest dane.
/Nûçeyên Cîhanê/









