🔴Îranê çalakgerê bi navê Alî Fehîm, ku di xwepêşandanên meha Kanûna Paşîn de hatibû girtin, îdam kir. Bi vî rengî hejmara kesên ku di heman dozê de hatine sêdaredan zêde bû.
NAVENDA NÛÇEYAN (Nûpel) – Li Îranê pêla îdamên li dijî çalakgerên ku beşdarî xwepêşandanên dawiya sala 2025’an bûne berdewam dike. Ajansa Nûçeyan a Mîzanê ragihand ku Alî Fehîm, ê ku bi tohmeta beşdarbûna çalakiyên li Bazara Tahranê hatibû girtin, hate îdamkirin.
Di Heman Dozê de 4 Kes Hatine Îdamkirin
Alî Fehîm di dozeke hevpar de ligel çend kesên din dihat darizandin. Beriya Fehîm, di heman hefteyê de cezayê sêdaredanê yê Amîr Hosseîn Hatamî, Mohammad Amîn Bîglarî û Şahîn Vaheparast jî hatibû cîbicîkirin. Hat zanîn ku her çar çalakger jî bi tohmeta “şewitandina baregeheke Besîcan” hatibûn darizandin.
Parêzer: “Provokasyon û Dek û Dolav Hene”
Her çend meqamên darizandinê van kesan bi şewitandina avahiyê tawanbar bikin jî, parêzerên dozê balê dikşînin ser dîmenên bûyerê. Li gorî daxuyaniyên parêzeran:
Dîmen nîşan didin ku hêzên bi kincên sivîl mirov bi zorê ber bi hundirê avahiyê ve dehf didin.
Piştî ku mirov dikevin hundir, derî li ser wan tên girtin û paşê avahî tê şewitandin.
Di vîdyoyan de dengê qêrîna mirovan tê bihîstin ku dibêjin “nedehfînin”.
Kesên ku di hundirê avahiyê de asê mabûn, piştî şewatê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibûn girtin. Alî Fehîm û hevalên wî jî di nav wan kesên ku di wê xefkê de hatibûn girtin de bûn.
Çirûska Çalakiyan: Bazara Tahranê
Xwepêşandanên ku Alî Fehîm tê de hatibû girtin, di 28’ê Kanûna Pêşîn a 2025’an de li Bazara Tahranê dest pê kiribûn û di demeke kurt de li seranserê welat belav bûbûn. Rêxistinên mafên mirovan fikarên xwe tînin ziman ku pêvajoya darizandinê ne adil e û îdam wekî amûreke çavtirsandinê tê bikaranîn.










