Li Hesekê teqîn: 6 kesan jiyana xwe ji dest da

Nûçe

🔴NÛPEL – Li gorî nûçeya ANHAyê, li bajarê Hesekê teqînek pêk hat û di encamê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li Hesekê di teqînekê de 6 kes hatin kuştin

​Nûçegihanê ANHAyê li ser zarê şahidan ragihand ku li taxa Ezîziye ya bajarê Hesekê, di dikaneke rabor (hurde) de teqînek pêk hatiye. Di encamê de 6 kesan ku di nav de zarok jî hene, jiyana xwe ji dest dan.

​Li gorî agahiyên şahidan, teqîn li ser kolana Xezal a nêzî dibistana El-Hemra ya li taxa Ezîziyeyê çêbûye.

​Li gorî agahiyên destpêkê yên ku nûçegihanê ANHAyê bi dest xistine, di teqîna ku sedema wê hê nehatiye eşkere kirin de, 6 kesan jiyana xwe ji dest dane û kesek jî birîndar bûye. Piştî bûyerê hêzên ewlehiyê bi lez gihîştin cihê bûyerê.

Van jî bibîne

 

Di Pîrozbahiyên Ekîto de Banga “Mafên Neteweyî û Destûra Demokratîk” Hat Kirin
Li Tirkiyeyê Serdema 5G’ê Dest Pê Kir: Di Ragihandinê de Gavên Bilez

Nûçeyên Sereke