🔴NÛPEL – Li Giresunê ji bo qadeke 12 hezar û 511 hektarî destûra madenê hat dayîn. Di nav parvekirina madenê de pişka herî mezin ket ber Çalık Holdingê. Pispor û çalakvan hişyariyê didin ku ev proje wê bibe sedema karesateke ekolojîk û aborî.
Nûnerê herêmî Erkan Turudu, derbarê projeyên madenê yên li Giresunê de daxuyaniyên girîng da û bal kişand ser wê yekê ku qadên madenê tam li ser çavkaniyên avê ne. Turudu destnîşan kir ku ev rewş berî her tiştî gefê li tenduristiya mirovan dixwe.
Ekosistem û Çandinî di Talûkeyê de ne
Turudu diyar kir ku bi rakirina daristanan re wê erd bibe qiraç û çol, ev yek jî wê rê li ber erozyona ba û avê veke. Turudu wiha axivî:
Winda kirina Hebûnê: “Dema ekosistem xira bibe, qadên jiyanê hevsengiya xwe winda dikin. Hebûnên me yên çandî û sirûştî yên li ser rûyê erdê wê her û her winda bibin.”
Zirar li Findiqê: “Aboriya herêmê ya li ser findiq û çandiniya malbatî ye, wê ji ber guherîna avhewayê û tozê zirareke mezin bibîne.”
Tenduristî: “Bi lawazbûna nebat û sirûştê re, nexweşî û mirin wê zêde bibin. Şîrket qezenc dikin, lê gel her tiştê xwe winda dike.”
Koçberî û Hilweşîna Aborî
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku projeyên madenê wê nebin sedema dewlemendiya gel, berevajî wê bibe sedema xizanî û koçberiyê. Hat gotin ku piştî destpêkirina xebatan, pêleke mezin a koçberiyê li herêmê tê bendewarkirin û ev yek wê Giresunê ber bi valahiyeke kûr a aborî ve bibe.
Bangawaziya Têkoşîna Neteweyî
Türüdü ji bo rawestandina talana madenê bang li raya giştî kir û modela têkoşînê wiha xêz kir:
Rêxistiniya Herêmî: Her herêm divê di nav xwe de bi rêbazên xwe birêxistin bibe.
Yekitiya Herêmî: Di qonaxa duyemîn de divê hemû rêxistinên herêmî bibin yek.
Navenda Neteweyî: Di qonaxa dawî de divê li seranserê welat navendeke hevpar a têkoşînê bê avakirin.
Turudu bi gotina, “Ji bo drav qada jiyana zindiyan tune kirin, tê wateyaqedandina vî welatî,” hişyarî da ku divê bi lezgînî gav bên avêtin.
/Çavkanî: MA/










