Li Gimgimê Newroz Bi Coş Hat Pîrozkirin: Banga Azadiyê Hat Kirin

Nûçe

🔴MÛŞ (Nûpel) – Di pîrozbahiya Newroza Gimgimê de ku bi beşdariya hezaran kesan pêk hat, daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û naskirina statuya Kurdan derket pêş. Hevşaredar û nûnerên partiyên siyasî diyar kirin ku agirê Newrozê nîşaneya berxwedan û jiyana azad e.

Li navçeya Gimgim a Mûşê, pîrozbahiya Newrozê ya bi dirûşma “Azadî û Yekîtiya Demokratîk” li qada Koxê bi tevlîbûna girseyeke mezin hat lidarxistin. Şêniyên Gimgimê bi kincên xwe yên neteweyî û bi rengên kesk, sor û zer qada pîrozbahiyê xemilandin. Bername piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir.

“Agirê Newrozê Jiyana Azad Diafirîne”

Hevşaredarên Gimgimê Gulbahar Kaya û Giyasettîn Aydemîr di axaftinên xwe de bal kişandin ser girîngiya dîrokî ya Newrozê. Gulbahar Kaya silav şand ji “Kawayên ku li hemberî Dehaqan li ber xwe dane” û Newroz li gel pîroz kir.

Giyasettîn Aydemîr jî destnîşan kir ku Newroza îsal “Newroza azadiyê” ye û wiha got:

“Agirê Newrozê jiyana azad diafirîne. Kurd bi sedan sal in vî agirê berxwedanê gur dikin. Em bawer dikin ku Abdullah Ocalan ê ku pêvajoya aştiyê da destpêkirin, wê azad bibe.”

Bang Li Desthilatdariyê Hat Kirin

Hevserokê DBPê yê Mûşê Ûmût Yilmaz di axaftina xwe de bal kişand ser vîna gelê Gimgimê û banga gavên siyasî kir. Yilmaz got: “Birêz Ocalan rola xwe ya dîrokî bi cih anî. Niha dor a desthilatdariyê ye. Gimgim daxwaza avêtina gavên qanûnî û destûra bingehîn dike.”

Hevseroka DEM Partiyê ya Mûşê Çîçek Tûtûş jî Newroza îsal diyarî Abdullah Ocalan kir û daxwaza “statuya Kurdan” û “azadiya fîzîkî ya Rêber Apo” dubare kir. Her wiha Îlyas Aslan jî destnîşan kir ku Newroz ji bo Rojhilata Navîn rêya rizgariyê ye.

Agirê Newrozê Hat Geşkirin

Piştî axaftinan, agirê Newrozê bi coşeke mezin hat dadan. Girseya gel, bi taybetî ciwanan, li dora êgir govend gerandin û bi lîlandin û dirûşman ji ser agirê Newrozê baz dan. Pîrozbahî bi stranên hunermendan û gerandina govendê bi dawî bû.

Van jî bibîne

 

Axios: Tirkiye, Misir û Pakistan di navbera Amerîka û Îranê navbeynkariyê dikin
HSD: 28 efserên me tevlî Koleja Leşkerî ya Sûriyeyê dibin

Nûçeyên Sereke